27 februari 2019

Hûn ji kê çi fuzeyan bikirin jî li Sûriyê hûn mahkûmî têkçûnê ne


Li ser kirîna fuzeyên S-400an ji Rûsyayê serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji Amerîkayê ra gotiye:

”Hûn jî wek Rûsyayê Patrîotan bi şertên baş bidin me, em ji wê ra jî hene. Em mecbûr in bi alternatîf bixebitin. Lê ji me ra dibêjin na S-400an nekirin. Li qusûrê nenêrin me ev peyman çê kir, ev îş qediya. Êdî ne mimkûn e em di bûyera S-400an da gavê paş da bavêjin, tiştekî wiha ne mimkûn e.”

Weleh tu çi bikî jî beyhûde ye, her fen û hîlebaziyeke te bi kêrî kurdan tê û ji te ra bêtir gelşan peyda dike. Hûnê li Sûriyê wenda bikin û kurd ewê bi ser kevin.


Ji bo ku Rûsya li Sûriyê li dijî  siyaseta Tiryê ya antî-kurd dernekeve, cavê xwe piştgiriya Tirkiyê ya bi Daîşê ra bigre û Efrînê bide Tirkiyê, Erdogan bi kirîna S-400an Pûtîn bertîl kir.

Lê li alî din ew û Amerîka û NATO hatin heberî hev. Û di siyaseta xwe ya antî-kurd da jî bi ser neket, kurd li Sûriyê ewê bibin xwedî statuyeke netewî.

Ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û destvala li mala xwe rûnin û Amerîka alîkariya PYDê neke, Erdogan dolaba negerand nema, lê di netîcê da pûş kuta, ji xwe ra gelek bela û dijmin çêkirin.

Erdogan çi bike jî li rojava ji kurdan ra ewê herêmeke ewle çê bibe û ewê ji alî Amerîka, Fransa û hin welatên Ewrûpa ve were parastin. Û li Sûriyê welatê herî bêtir li zirarê derkve ewê Tirkiye be. 

Amerîka ne ji Sûriyê vedikişe û ne jî dev ji alîkariya kurdan berdide, li Rojhilata Nêz û Navîn kurd êdî mitefiekî Amerîka û Xerbê yê herî cidî û mezin in. Ev yek jî bi xêra liberxwedana YPG, YPJê, YPDê, qehremaniya kurdan û siyaseta Erdogan ya irqçî û antî-kurd bû.

Ne xêra neyarên wisa kêmaqil bin karê me zor e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE