04 februari 2019

Heger meriv bixwaze fêr dibe



Ji bo meriv tiştekî nuh û nizane fêr bibe, hezkirin, cesaret û îstîkrar lazim e.

Yê ji kurdî hez bike, cesareta fêrbûnê pê ra hebe û îstîkrarê nîşan bide ewê fêr bibe.

Hin kes newêrin alkolê, cixarê biterikînin, lê gava dixwazin dikin. Kurdî jî wisa ye, netirsin, qet ne zor e.

Biryara xwe bidin û îstîkrarê nîşan bidin. Siyasetmedarê, întellektuelê bi qasî tirkî zimanê xwe nizane pir şerm e jê ra.
Pir şerm e siyasetmedarekî kurd ji gelê xwe ra bibêje ez bi kurdî baş nizanim, lema jî ezê bi we ra bi tirkî bipeyim. Ez bim ezê dev ji siyasetê berdim lê peyvê ji kurdan ra nabêjim.

XXX
Ehmeqî, zalimî, xwînrêjî û zirzopiyên dijminên me bi kêrî me tên, wan li dinyayê îzalo dike û ji me ra jî sempatiyekê peyda dike.

Lê em jî di siyasetê da ne jîr in, em nikanin vê sempatiyê dagerînin piştgiriya siyasî. 

Dinya dixwaze em ne heftserî bin, em li hev bin, gorrên hev nekolin û yek tiştî bixwazin.

XXX
 Îro Amedsporê li Diyaberkrê dîsa tarîx nivîsî, golên Zlatan, golên muhteşem, golên kes nikane bavêje avêt.

Gola Burak Taşdemîr ya rowaşta harîqayeke hêjayî temaşekirinê ye. Amedspor gava bixwaze lîder, mîderan fêm nake, dipelixîne û dihere.
Gelek spas Amedspor, we pîroz dikim !



XXX


Hespa kihêl di bezê da, gayê baş di xeta cot ya rast da xuya dibe. Siyasetmedarên me yên başûr û bakur û rojava numûneyeke pir xerab nîşan dan. Vana tu carî ne li hev dikin û ne jî kanin me ji bindestiyê rizgar bikin.

Dibê hin siyasetmedar û serokên nuh yên nasyonalîst dakevin qada siyastê.
XXX
-Evdal gava li hespê siwar dibe dibêje belkî mîr e, şêlim gava dikeve xwarinê dibêje belkî rûn e.

Hin kes ji evdal û şêlim in, lê xwe tiştekî dihesibînin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE