19 februari 2019

Gerek em ji tarîxa xwe dersê bigrin


Dibê meriv dersa xwe baş bixebite, di îmtîhanê da bi ser nekeve jî meriv pê naêşe, çimkî tiştê ji dest hatiye kiriye.

Gerek kurd li rojava û li başûr yekîtiya xwe çê kin, wek miletekî yekîtiya xwe çêkiriye derkevin hemberî dost û dijminên xwe, bi ser nekevin jî ne sûcê wan e.


Çimkî tiştê ji pêwîst bû kirine lê dîsa jî têra serketinê nekiriye. Nuha li başûr û rojava kurd li hev nakin, Amerîka ketiye nabêna wan, dixwaze wan li hev bîne.

Ev şerm e.

Ev bêtifaqî kane bibe sebebê dostên kurdan dev ji alîkariya kurdan berdin. Wê demê sûcê kurda ye.

Yên ji serboriyên xwe, ji tarîxa xwe ders û tecrûbeyê negirin mahkûmî rûbirûbûna tekrara eynî şaşiyan in.
Heta em jî wek cihûyan ji hev hez nekin, piştgiriya hev nekin em tu carî nabin xwedî dewlet.

XXX
AKP li Qersê ji bo ku MHP qezenc bike nakeve hilbijartina belediyê. Li Idirê jî ji bo MHP li hemberî HDPê bi ser keve eynî tişt kir.

Gur, faşîst û îslamîstên tirk li hemberî kurdan dibin yek, ji bo wan ya muhîm yekî kurd nebe serokê belediyê. Lê bibe jî ewê bi zor jê bistînin. 

Çimkî dewlet ya wan e. Gava meriv bêdewlet û bindestê xelkê be îradeya meriv jî tuneye. Meriv nikane li raya xwe jî xwedî derkeve.

Lema jî yê dewletê naxwazin dibê ji vê rewşê û ji tayina qeyûman gazinan nekin. Bindest, kole bêîrade ne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE