08 februari 2019

Gava mele ne tu mele be cimat jî tiştekî jê fêr nabe


Heger siyasetmedar, rêber û serokên kurdan kesên netewî(nasyonalîst) bûna, xwedî siyaseteke kurd û Kurdistanî bûna, çavên wan ne li Anqerê bûya û di nava gelê xwe da zanîn û şiûra netewî xurt kiribûna hewqas kurd nedibûn zilamên tirkan û şervanên filistîniyan û îslamê. 


Kurdên dîndar ji azadiya kurdan bêtir xwe ji bo filistîniyan perçe dikin; ji Tirikiyeya dagirker bêtir, dijminatiya Îsraîl dikin. 

Çimkî rêberên me ne tu rêber in. Gava mele ne tu mele be, cimat jî tiştekî jê fêr nabe.

Lema jî sûcdarên vî hale me yê kambax siyasetmedar in, wan riyeke baş û netewî nedana ber milet, bi siyaset û îdeolojiyên xwe yên şaş kurd  ji ser rê da xistine, kirine zilamên tirkan, ereban û îslamê.

XXX

Kî ji bo kurd û Kurdistanê karekî baş bike, kevirekî deyne ser kevirekî, kî dibe bira bibe, hevalê kîjan partiyê dibe bira bibe, kîjan serokî bi asîmanan dixîne bira bixîne kêfa min jê rat ê, ez wî kesî, wê hurmeyê teqdîr û pîroz dikim û viya jî vikirî dibêjim. 

Lê gava li gorî min tiştekî şaş jî bike ez wê jî dibêjim. Ez ne bi çave ferdê eşîrekê ya jî mirîdê şêxekî, bi cave kurdperwerekî li bûyeran û li şexsan û li karên dikin dinêrim. 

Kêfa gelek kesan ji vê şêla min ra nayê, ew jî normal e, her kes berpirsiyarê xwe û emelê xwe ye.

XXX
Alpînt, Cupa Dinyayê li Swêd li bajarê Åreyê ye. Ez û xanim nuha li xanimên difirin temaşe dikin.
Min ji xanimê ra got, ”çima tirk û ereb” di van tiştan da qet tunene?”
Keniya, got,
”Tew, ew tiştên wiha nakin, karê wan serîjêkirin e, ew seriyan jê dikin…”
Xanima min êdî ji min baştir tirk û eraban nas dike, ew bûye mitexesisa ereb û tirkan û farisan...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE