18 februari 2019

Ez ketime bextê we min tewqîf bikin !


Yek bi bi bez ket hundur emniyetê û bi heyecaneke mezin ji qumsêr ra got:
-Qumsêr beg, min pênç derb bera pîreka(jina) xwe dan, ez ketime bextê we min tewqîf bikin.
Qumsêr got:

-Pîreka te mir?
-Na, guleyek jî lêneket.
-Ê wê demê çima emê te bigrin?
-Pîreka min li pey min e, min tewqîf bike, îşê min gelkî xerab e. Ez ketime bextê we min bernedin !


Jîro û zewaca wî
Sê dildarên Jîro hebûn. Ewê bi yekê ra bizewiciya. Yek mamoste bû, yek bijşîşk(doktor) bû, yek jî di sentrala şîrketekê da dixebitî. Biryara xwe da bi ya mamoste ra bizewice. Hevalekî wî jê pirsî:
-Min meraq kir, ji bo çi ya mamoste û ne yên din?
Jîro got:
-Law ma tu nizanî bijîşk dibêjin îro here sibe were, santralcî dibêjin nuha xet meşxûl e, dû ra biceribînin. Lê belê mamoste çi dibêje? Hadê em careke din biceribînin…

Meraqa futbolê
Eşqa futbolê ji nişka ve bi Temelê laz ra çê bû û bû futbolcî(futbolbaz). Di maça pêşî da çer top ket nigê wî, rast viz kir, çep viz kir û dawiya dawî bir gol avît ji qela xwe da. Hevalên wî alîgirên wan matmayî man.
Antrenor piştî nîvê lîstikê li odeya lîstikvan kincên xwe lê diguherin çû ba Temel, bi hêrs jê pirsî:
-Te çima gol avêt ji qela me da? Ma du dîn î, meriv qet gol davêje ji qela xwe da?
Temel got:
-Ez çi zanim, her du qele jî wek hev in, min got qey qela wan e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE