20 februari 2019

Ez çiqasî spasî facebookê bikim jî hindik e


Mala van "gawiran" hezar carî ava be ji me ra ev teknolojî û ev medyaya sosyal îcad kirin.

Ne facebook bûya Mistefa Kalpak nuha nikanîbû bihata hawara min û ev derman pêşniyarî min bikira.

Xêra hebûna facebookê camêr nuha wek tuxtorekî dermanekî entîke pêşniyarî min kir.

Wek wî gotiye, min şîr, sîr û hingiv tevhev kir û vexwar. 


Û nuha jî çaya kesk bi wisky vedixwim. 

Dermanan hîn tesîra xwe nîşan nedaye, lê ez bawer dikim heta sibê ezê bibim pîvaz û ji vê bapêşa qebîh xelas bibim. 

Piştî xwarina hewqas derman gerek ez rehet bibim, ya na ezê ji tuxtoriya Mistefa têkevim şikê.

Dermanê diya in exlamûr û leymûn e. Lê ji şansê min ra exlemûr li malê tuneye, îcar riya me bi dikana yê asûrî keve ezê bikirim.

Di pêşniyara Mistefa da îsrehet û xwedûrxistina ji meşê (gerê) jî heye. Min ew nizanîbû, bi vê nexweşiyê ez û xanim îro saet û nîvekê meşiyan, lê sibe ezê şîreta Mistefa bi cî bînim, yanî ezê ji mal dernekevim, tenê îsrehet bikim.

 Pêşniyara Mistefa Kalpak:
Mustafa Kalpak : Xwe ji gerê parîkî dûr xwe û îsirihet bike. Şîr, sîr, hingiv bi hev re bixwe. Carna, çaya şîn parîkî rom an wisky tevlê bike. Qizdirme, agir hebe ibuprofen bigre. Derbasî be!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE