17 februari 2019

Ev zulm û çavsorî ewê ji we ra nemîne


Kîjan dewlet dibe bira bibe, ji ber ku dewlet e, xwedî artêş û polîs e kane li ciyê rehetiyê, kêfî kesên swîl bigire, têxe zindanê û  îşkence bike. 

Lê ev ji bo wê dewletê ne şeref e, ne mêranî ye. Ev şerm û rûreşî ye. Îspata tunebûna demokrasiyê, azadiyê û mavê mirovî ye.


Li Tirkiyê her roj bi sedan kurdî digrin, îro dîsa 735 kes girtine. Ji wan were ewê kurdan bi tevahî, li ser hev qir bikin û xwe ji hebûna wan xelas bikin.

Çend kesên xwediyê vê zihnîyetê îro li Tirkiyê li ser hukim in û li hemberî kurdan xwîn vedirşin.
Rejîmeke ji nazîzmê jî xerabtir li ser hukim e, lê dinya ji tirsa çavê xwe ji kirinên vê rejîma faşîst ra digre. 

Navê Îranê derketiye, lê rejîma îro li Tirkiyê heye ji ya Îranê xerabtir e, ne kêmtir . 

Lê Amerîka, dinya wek Îranê naçe ser vê rejîmê.

XXX


Dixwaze bira kurdayetî nekiribe, ne merivekî kurdperwer be, meriv nas bike, bizane kurd e, ne kurd e baş e. 

Di zanîna tarîxê da, di naskirina mirovan da zirar tuneye.

Di tarîxa me da merivên qenc jî hene, merivên xerab jî. Yên bûne hosteyê xaniyê xwe jî hene, yên bûne hoste û emeleyên xelkê jî hene.

Yên bûne evîndarên zimanê xwe jî hene û yên bûne evîndarên zimanê xelkê jî hene. 

Meriv bizane kî çi ye, çi kiriye zirar tê tuneye, belovacî wê şiûra me ya netewî xurt dike, em xwe nas dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE