26 februari 2019

Emê rojên xweştir bibînin !



Koalîsyona li dijî Daşîşê ya Navnetewî bi pêşengiya Amerîkayê ji alî 15 welatan ve di îlona 2014a da ava bû. Li ser hev 68 welatên din jî piştgiriyê didin vê cepheya li dijî Daîşê. 

Bêyî vê cepheya mezin, Îraq û Sûriye jî bi sedhezaran leşkerên xwe ve li hemberî Daîşê şer kirin.
 
Lê dîsa jî ne van welatan, ne cepheya li dijî Daîşê, kurdan, YPGê û YPJê zora Daîşê birin û hemû çete, qatil û terorîstên wê teslîm girtin.

Li Îraqê jî pêşmerge Daîş şikand.

Ev serketina kurdan, ya YPGê û YPJê li hemberî vê artêşa hov û wahşên îslamê ji bo miletê kurd serbilindî û şerefeke tarîxî ye, ewê tu carî neyê jibîrkirin û dinya jî êdî viya qebûl dike.

Tarîx ewê bibêje şêr û şepalên kurdan bi bedelekî pir mezin dinya ji belayeke mezin, ji artêşeke dirinde xelas kir.

Û bi têkbirina Daîşê ra kurdan çend dewletên li pişt wê jî, di serî da Tirkiye jî têk bir. Ev jî ji bo dijminên me derseke baş û ji bo me jî serbilindiyeke mezin e.

XXX
Ji ber ku serokê HDPê Sezaî Temellî gotiye, ”emê li Kurdistanê qezenc bikin”, Erdogan xwe pir aciz kiriye û gotiye, ”ma li Tirkiyê herêmeke bi navê Kurdistanê heye?”
Yanî Kurdistan tuneye.


Lê 4-5 sal berê Erdogan nedigot Kurdistan tuneye, belovacî wê, di elewîzyonan û di meclîsê da ji MHPê û CHPê ra digot:

”Heger li zebtên meclîsê binêrin ewê li wira navê Kurdistanê bibînin. Di dema osmaniyan da herêma Kurdistanê hebû.”

Ji bo Erdogan çerxkirin, teqlebazî, vir, devguhetin, durûtî ne problem e, jê ra çi lazim be, kanibe kê bi çi bixapîne wiya dibêje.

Çend sal berê ji bo ku rayên kurdan bigre digot Kurdistan heye û îro jî ji bo ku rayên MHPê û tirkan bigre dibêje Kurdistan tuneye.
Û gava exlaq û şerm jî tunebe meriv kane her durûtiyê bike…

Lê Erdogan înkar bike jî Kurdistan serê hezaran salan e heye, lê Tirkiye  here were 100 sal e heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE