21 februari 2019

Em û roja zimanê dayikê



Di sala 1999a da 21ê sibatê ji alî UNESCOyê ve (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê) wek roja "zimanê zikmakî" îlankirin û ji wê salê û vir da ye 21ê sibatê li cîhanê wek roja ”zimanê zimakî/dayikê” tê pîrozkirin.

Bi minasebeta vê rojê kurd jî her sal li ser girîngiya zimanê dayikê nivîsan dinivîsin, civînan çê dikin û 21ê sibatê wek roja zimanê dayikê bibîr tînin.


Di nabêna milet û hestê(hisê)netewî û zimên da têkilî û girêdaneke pir xurt heye. Her mileteke bi zimanê xw eheye. Em kurd jî bi zimanê xwe hene û ji ereb, faris û tirkan cihê ne.

Bi riya zimên, meriv dine xwedî kultureke netewî, muzîk, edebiyat, zargotin. 

Bi riya zimên edebiyata meriv, hestê meriv yê netewî xurt û geş dibe û bi pêş dikeve. 

Loma jî heger em dixwazin di meju û dilê kurdan da hestên netewî xurt û zînde bimîne, dibê em zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Zimanê me beşekî qerekterê me yê netewî ye, yê ku me û miletên din ji hev digerîne. Gava em vî beşê qerekterê xwe yê netewî wenda bikin, wek milet em jî dikevin riya tunebûnê.

Kurdê naxwaze bihele û bibe tirk, dibê bi kurdî bizanibe û heger nizanibe dibê fêr bibe û fêrî zarokên xwe bike.

Kurdê nizane bi kurdî bipeyive, bixwîne û binivîse ne kurdekî temam e, wek merivekî seqet e…
Mirina zimanekî mirina miletekî ye. 

Hegerem kurd naxwzin wek milet bimrin, dibê em nehêlin zimanê me bimre. 

Ji bo zimanê me nemre, dibê em wî fêrî zarokên xwe bikin. Zimanê ji nifşekî(ji cîlekî) dewrî nifşekî din nebe mahkûmî mirinê ye. Mirin û zindîmana zimanê me di destê me da ye. Em bi zimanê xwe bipeyivin ewê nemre, em nepeyivin ewê bimre û pê ra jî emê wek milet biqedin, bibin tirk.

Kurdino, werin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, kurdî fêr bibin, bi kurdî bixwînin û binivîsin, ji bo ku em wek milet wenda nebin…

Nemirina kurdî bi biryaran, bi belavokan tenê nabe, dibê em, siyasetmedar û ronakbîrên kurd û her kesê xwe kurd qebûl dike kurdî bike zimanê xwe yê rojane, yê siyasetê û yê întelektueliyê, yê zanîn û ilm. 

Dibê em baş bizanibin hedefa tirkan tunekirina me kurda ye û ew jî bi tunekirina zimên dibe. Ji bo wê jî tirk zimanê me nakin zimanê perwerdê û resmî. Bi axaftina tirkî dibê em ji vê siyaset pû hedefa tirkan r axizmetê nekin.

21ê sibaê roja zimanê dayikê li hemû kurdan pîroz be !

Zimanekî mukemel bide min, ez ji te ra miletekî mezin teşkîl bikim
/// Leibniz

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE