03 februari 2019

Em miletekî bêşans in



Em kurd miletekî pir bêşans in, bextreş in.

Dijminên me ne yek e, çar in.
 
Her çar jî ji me xurttir in.

Her çar jî gelkî zalim û hov in.
Her çar dewlet jî wek me musilman in.

Gelên her çar dewletan jî bi qasî dewletên xwe neyarên me ne.

Miletên her çar dewletan jî wek me sipî ne.
 
Dîne me û yê her çar dijminên me yek e.

Her çar dewletên welatê me dagir kirine cîranên me ne.

Yek welatekî cîranê me yê em kanibin pişta xwe bispirinê tuneye, çarhawêlî me dijmin in.

Li alî din wek kurd dînê me bi xwe ne yek e.

Zimanê me ne yek e, bi dehan devok û lehçeyên me hene.

Elîfbeya me ya nivîsînê ne yek e, sê elîfbeyên me hene.

Ez kanim hîn jî dirêjtir biki , lê ne hewce ye, hewqas gels û kêmasî besî me ye.


De îcar ya xerab, li gel hewqas gelşên biçûk û mezin, yên dînî û mezhebî, yên zimên û elîfbeyê partiyên me yên netewî û çend serokên me yên karîzmatîk û tam nasyonalîst  jî tunene.

Yên hene nikanin ji bin vî barî rabin, ne ew partî û kesên kanibin kurdan wek milet di bin alekê da, di cepheyeke netewî da kom bike, bîne ba hev.

Her serok dibêje bira dikana min be bira biçûk be. Lema jî li gel hewqas xebat, fedekarî û canfîdayiyên, qehremaniyên bêemsal jî em bi ser nakevin, gavekê pêş da û du gavan paş da davêjin.

Ne tenê di ware leşkerî da, di warê rêberiya siyasî, întellektuelî û nasyonalîzmê da jî em ji dijminên xwe gelkî paşdatir in.

Bi vê siyasetê, bê vê bêtifaqiyê, bi van partiyan, bi van serok û siyasetmedarên hene em nikanin zora dijminên xwe bibin.

Yên şoreşan dikin, yên miletan rizgar dikin lîder in, siyasetmedar in, îro em ji wan kesan, ji kesên di wê kalîbreyê, kapasîteyê da bêpar in, çapa yên hene têrê nake.

Heta nuha çend serokên me yên mezin û karîzmatîk derketin, hinekên wan neyarên me kuştin, nehîştin xurt bibin û yek duduyên man jî ji ber pirbûna gelşên me, wan jî nikanîbûn bi temamamî me rizgar bikin. Jiyana wan têrê nekir.

Ji bo ku em kanibin hema hin mafan bi dest xin, dibê ji der da, hin dewletên mezin alîkariya me bikin, ya na di  van şetan da, bi van serok û partiyan rizgarbûna me ne mimkûn e.

Dibê em li riyeke nuh bigerin, riyeke me neceribandiye, ji bo wê serê xwe biêşînin 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE