05 februari 2019

Egîdê Cimo ne bilûrvan bû !



Çend roj berê carê pêşî min li ser bilûrvaniya Egîdê Cimo nivîsek nivîsî, min got Egîdê Cimo ne bilûrvan e û lema jî ne rast e meriv jê ra bibêje "Mîrê Bilûrê !" 


Çimkî Egîdê Cimo tu carî li bilûrê nexistiye, yê ne bilûrvan be nabe ”Mîrê Bilûrê.” Wî li meyê dixist û kane bibbe "Mîrê Meyê", lê ne yê bilûrê.

Kê ev nav lê kiribe şaş e, ne rast e.

Nuha di Rîa Taze da Temûrê Xelîl jî ev dîtina min piştrast kiriye û gotiye Erebê Şemo jî gelkî pesnê meya Egîdê Cimo daye, gotiye:

 -Dema Egît li meyê dixe, mar ji kêleka te ra derbaz bibin jî bi te venadin, lê dema Şamilê Beko li zirnê dixe, heta dûpişk jî direqisin.”

Yanî li gorî Temûrê Xelîl jî Erebê Şemo jî ji bo Egîdê Cimo negotiye bilûrvan, gotiye hosteyê meyê, li meyê dixist. Belkî meriv kane bibêje ”meyvan” jî. Lê bi tu hawî nabe bibêje ”Mîrê Bilûrê”, çimkî camêr ne bilûrvan e.

Di vî risimê berga albûma wî da dibêje "Egîdê Cimo Mîrê Qelenyê" ! 

Diyar e "qelenye" ji bo meyê hatiye gotin, lê ne "Mîrê Bilûrê" ye. Ev berg pir kevn e û gelkî muhîm e. Ev jî îspat dike berê ji Egîdê Cimo ra negotina "Mîrê Bilûrê" !
Ez navê "qelenye" yê nuh dibihîzim, lê dibe ku kurdên Ermenîstanê jê ra gotine "qelenye".



XXX


Bi qasî ez dibînim gelek kes, him jî kesên meriv qet bawer nake nizanibin, bi rastî jî ferqa di nabêna bilûrê, neyê, meyê û tûtikê da nizanin. Ji bo wan ney, mey û tûtik hemû bilûr in.
Ya jî guh nadin ferqa nabêna wan û hema ji hemûyan ra dibêjin bilûr...
Ev jî ne rast e.
Yekî gotiye, ma mey û zirne û bilûr ne ji yek malbatê ne? Çi ferq dike, ha mey, ha bilûr ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE