08 februari 2019

Dibê meriv xwediyê gotina xwe be



Ji Melê Meşûr(Xoce Nesredên)umrê wî pirsîn, got ez çel salî me. Di ser ra çend sal derbas bûn, rojekê dîsa umrê wî jê pirsîn. Dîsa got ”ez çel salî me.”

Gotin mele çawa dibe, çend sal berê me ji te pirsî, te got ”ez çel salî me” û nuha jî tu dîsa dibêjî ez çel salî me. Ma qet wiha dibe?

Mele got:

-Yê mêr dibê dibê li ser gotina xwe be, berê min çi gotibe, îro jî ez wiya dibêjim.


Muezîn û Minare
Xortekî gundî carê pêşî bû çûbû bajêr. Di ber mizgeftekê ra derbas bû, minarê bala wî kişand. Bi heyranîyeke mezin bala xwe da minara bilind. 

Wexta nimêja nîvro bû. Muezîn(mele)derket ser şerefeyê û dest bi xwendina azanê kir. 

Xort matmayî ma, fêm nekir mesele çi ye. Çend caran li dora mizgeftê viz bû, lê nêrdiwana pê hilkişiya ser minarê nedît.

Muezîn jî azana xwe didomand. Berê xwe da muezînê li ser şerefeyê azanê dixwîne û bi qîrîn jê ra got:

-Apo, bela sebeb neke qîrewîr, tu hilkişiyayî ser dereke wer ne nêrdiwan heye, ne jî meriv kane xwe bigihîne te. Bi Xwedê kes nikane te ji ser wî qopikê berberî ezmanan bûye xelas bike. Hema heta ji te tê bike gazî û hawar vala ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE