19 februari 2019

Dibê em vî kurdê mezin nas bikin



El Cezerî (1136 – 1206), bi navê wî yê dirêj(Bediuzzaman Ebûl- Îz Îsmaîl bîn Rezaz el- Cezerî )alimekî kurd e, ji Cizîrê ye û yekî ji mûcîdên dinyayê yê herî mezin tê qebûlkirin.
 
Îcadên Cezarî li Stenbolê di pêşangeha bi navê ”Makîneyên Cezerî yên harîkulade” da tên nîşan dan.


El Cezerî di kitêba xwe ya bi navê ”Kitab i Hîyel” da ji îcadên xwe hin numûneyan nîşan dide, bi detay qala makîneyên otomatîk, robot, pompe û saetên avê û aletên muzîkê dike, bi detay taswîrên wan dide.

Cezerî, li dinyayê muhendizekî, mucîd û keşafekî bi nav deng e. Cezerî wek alimekî pêşeng û avakarê sîbernetîkê , mucîdekî mezin yê robotan û matrîksê ye û li dinyayê gelekî bi nav û deng e.

Ew navdartirîn mihendizê mekanîkê yê serdema xwe bûye û wek bavê robotan tê qebûlkirin. Li dora 50 aletên hîdrolîk û otomatîk çê kirine û meriv kane hemûyan li Stenbolê, li UNIQ Expo” bibîne. 

Lê em kurd, grûbek biçûk ne tê da, vî merivê gelkî mezin, vî alimê dibê me hemû kurdan ew baş nas bikira û pê serbilind bibûna nas nakin. Em nizanin alimekî, mucîsekî hewqas mezin ji me derketiye û him jî 800 sal berê. 

Cezerî 300 salî berî Leonardo da Vîncî (1452-1519) jiyaye û îcadên wî jî ji yên Leonardo da Vîncî (1452-1519)ne kêmtir in. 

Lê bi qasî ku em da Vîncî nas dikin, em Cezerî û îcadên wî nas nakin. Piraniya kurdan nizane kurdekî hewqasî mezin hebûye.

Min navê Cezerî bihîst bû, lê min nizanîbû muhendizekî, mucîdekî hewqasî  mezin e. Ez viya wek kêmasiyeke xwe ya mezin dibînim.

Alim û mucîdekî wek Cezerî dibê di nava kurdan da bi qasî Şerefxanê Bedlîsî bihata naskirin. Dibê zana, ronakbîr û nivîskarên me ev merivê mezin bi gelê xwe bidana anaskirin. 

Dibê li ser Cezerî heta nuha bi sedan lêkolîn bihatana kirin û bi dehan kitêb hatibûna weşandin.

Heta nuha min nebihîstiye kurdan konferansek li ser vî alimê, fizîkçiyê û merivê mezin çêkiribin.

Ev kêmasiya ronakbîr û nivîskarên kurd e. Lê dibê ji nuha û pê da li ser lêkolîn werin kirin û konferans werin dayin. 

Gelo tu nivîsên, ya jî berhemên Cezerî bi kurdî jî hene?

Bi baweriya min ji nuha pê da dibê em her sal roja jidayikbûna Cezerî pîroz bikin û wî bi gelê wî bidin naskirin.
Gorra wî behişt be


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE