27 februari 2019

Dibê em gazinan ji xwe bikin


Sebebê ku tirkî bûye zimanê kurdan yê siyasetê kurd bi xwe ne. Em xwe û zarokên asîmîle dikin.

Heger siyasetmedar destpêkê bi tirkî nepeyivîyana û bi kurdî siyaset bikirana îro em ne di vî halî da bûn.
Li başûr û rojhilatê Kurdistanê kurdan tu carî erebî û farisî nekirin zimanê xwe, lema jî asîmîle nebûn.


Lê me kurdan carê rîya(riha) xwe xist destê tirkan lema jî em hew kanin jê xelas bibin.

Çare, dibê em siyaseta bi tirkî qebûl nekin û siyasetmedarê bi kurdî nizane nekin berpirsiyar û serokê xwe. Em ji ku dera zirarê vegerin em li karê ne.

Muslum Yigit Birêz Zinare Xemo, gelo te,berî 12 îlonê 1989 î ne bi tirkî, nîqaş û nîrxandin ên xwe dikir?

Zinarê Xamo Ma li gorì te ez tiştekì dibéjim ù tiştekì din dikim?
Yanì zikir ù ìbadeta min hev nagire?

Zinarê Xamo Min berì 1980ì bi tirkì minaqaşe dikir, lé ev 39 sal in nakim. Ù dibéjim me şaş kiriye. Di vé gotina min da şaşì çi ye?
Redigera eller ta bort detta

Muslum Yigit Birêz Zinarê Xamo jiber ku bi zimanê me pirtûk ên ilmi nebûn wê demê bi tirkî dest bi siyasetê kirin, lê îroj jî derfeta zimanzana çêbûye bila zimanzan, vê baş bıkar bînen. Silav

Zinarê Xamo Ji bo axaftina kurdî hewceyî kitêbên ilmî nake. Dê û bavê te û min bi me ra bi kurdî peyivin û em jî fêr bûn.
Ez dibêjim dibê em jî bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin. Ji bo viya Kurdistaneke serbixwe û dibistanên kurdî ne lazim e.
Di dema bav û kalên me da jî tiştekî wiha tunebe, lê wan xîret kirin û dev ji zimanê xwe bernedan.
Em wê xîret nakin û lema jî bûne heyanê tirkî û zarokên xwe jî bi destê xwe asîmîle dikin. Ev sûcê me kurda ye.
Em wê xîret nakin û lema jî bûne heyanê tirkî û zarokên xwe jî bi ldestê xwe asîmîle dikin. Ev sûcê me kurda ye. Dibê em li qal û qîlan negerin...

Reşad Ozkan Rewşa rojava û rojhilatê jî ji ya bakurê Kurdistanê nebaştir e!

Zinarê Xamo Na ne wisa ye, rewşas rojhilat ji ya me gelkî baştir e. Min qet nedîtiye kurdên rojhilat bi hev ra bi farisî bipeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE