13 februari 2019

Dengê azanê



Melê Meşûr rojekê him azan dixwend û him jî bi bez ji mijzgeftê dûr diket.
Yên ev halê Mele dîtin matmayî man, gotin:
-Mele tu çima wiha dikî, mesele çi ye?
Mele got:


-Dixwazim bibînim dengê min heta ku derê dihere, herim wir lê guhdarî bikim.

Gumgum
Sofî ji xanima xwe ra got:
-Hurme, rabe gumgum tije av bike û deyne ser sobê. Heger me kanîbû û me îşev tiştek kir, emê pê serê xwe bişon. Û heger nebû jî tişt nabe, emê sibe pê çaya xwe çêkin û vexwin.

Helaw
Melê Meşûr rojekê li nava bajêr digeriya, dilê wî dibijiya helawê lê perê wî tunebû bikiriya. Vir da çû, wê da çû, dageriya dikanekê. Ji dikandar ra got:
-Ard heye?
Dikandar got:
-Heye
-Şekir heye?
Dikandar got:
-Heye.
-Rûn heye?
Dikandar got:
-Heye.
-Av heye?
Dikandar got:
-Ew jî heye.
-Ê xwedêjêrazî tu hîn çi sekinîye, rabe helawa xwe çêke û têr bixwe !


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE