05 februari 2019

Bilbil û hechecik



Rojekê hechecikê hêlîna xwe terikand û berê xwe da welatekî dûr, nava daristanekê, ba birayê xwe yê bilbil/tûtî.

Bilbil bi hatina xweşika xwe gelkî kêfxweş bû, hev û du himêz kirin, bi hev ra ketin şêwir û mişêwran.

Hechecikê ji bilbil ra got:


-Ev çend sal in tu nayê serdana me, me gelkî bêrîya te kiriye.

Ji vê daristana dûr bar bike, were ba me. Sebebê tu terka vira nakî û nayê ba me çi ye?

Bilbil got:

-Ma ji vir çêtir cî heye? Ez li vir pir rehet û dilşa me. Û ya herî muhîm jî di hêlîna xwe da azad im.

Hechecikê got:

-Ma ev jî gotin e, li vê daristana xir û xalî bêyî çend tyr û lawiran, kî guhdariya wî dengê te yê xweş dike? Vana çi ji dengê te yê xweş, çi ji hunera te fêm dikin? Dibê ciyê hunermendekî wek te ne ev çol û daristan be. Rabe em herin bajêr, bira însan li wî dengê te yê xweş guhdarî bikin. Bira însan bibînin tu çi hunermendekî mezin î !

Bilbil got:

-Ji bo ku ez rojên xwe yên xerab yên bajaran ji bîr bikim ez riya xwe bi bajaran naxim. Ne tiştên anîn sere min tenê, xerabiyên însanan dianîn sere hev jî hîn ji bîra min neçûye, hîn di bîra min da ne. Azadiya min ya li vê daristanê ji qefesa bajaran ya zêrîn baştir e…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE