01 februari 2019

Berê jinên kurd nedibûn cahş, lê nuha ew jî dibin


Berê hemû serok û kadirên serîhildanên me axa, mîr, şêx, mele, alimên dînî û kesên bawermend bûn. Kesên dîndar, bawermend welatparêz û pêşengên gelê xwe bûn, li dijî hêzên dagiker bûn.
Lê nuha dewran hatiye guhertin...


Nuha li bakurê Kurdistanê qismekî biçûk ne tê da, hema hema hemû kes û hêzên îslamî bûne zilamên dewleta tirk û neyarên qewmê xwe, piştgiriyê didin hêzên dagirker. 

Berê jin(pîrek) paqij bûn, wek mêran nedihatin kirîn, nedibûn xulam û ajanên dewletê. Jin li dervayî çerxa dewletê bûn, lema jî kanîbûn ziman û kultura kurdî biparastana.

Lê belê îktîdara AKPê hemû pîrekên(jinên) kes û hêzên îslamî jî kirîne, ew jî bi dewletê ve girê dane. Êdî pîrekên îslamî jî wek peyên xwe şûrê dewleta tirk dikşînin û dibêjin ew ji hukûmetê, ji kirinên dewletê, ji dagirkeriyê pir memnûn in. 

Her tişt bûye pere û berjewendiyên şexsî, dewlet kar û pera dide wan û ew jî dewletê razî û ji halê xwe memnûn in.

Heyf, em ji ku hatin ku, mêrikan di nava çend salan da bi sedhezaran kurd kirîn û kirin neyarê azadî û serxwebûna kurdan. Berê jin paqij bûn, nedihatin kirîn, tu carî nedibûn xulamên dijmin, lê AKPê ev kela kurd û kurdperweriyê jî jî dagir kir.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE