19 februari 2019

Bapêşê dîsa bela xwe di min da


Ji do da ye ez bi bapêşê(arsimê)ketime. Do danê êvarî ji nişka ve, li kompîtorê bi min girt û min tavilê ji xanimê ra got, “weleh ez bi bapêşê ketim !”

Min nedixwest haya we pêxim, lê di veşartinê da jî tu mane tuneye. Diyar e ewê çend rojan bajo. Baştir e hûn jî bizanin ez ne di nava kêf û rehetiyê da me...


Her sal care, du caran ji nişka ve wek maran bi min vedide û çend rojan îmanê li min diçikîne.

Çavên min û pozê min wek du kaniyan diherikin, ev yek jî min pir nerehet dike.

Ji bo ku rûtîna xwe ya rojane xera nekim û nabênê nedim nivîsên xwe ji do êvarî da ye ez û bapêş(arsim, nezle)li ber hev didin. Carnan zora min dibe û min dixe nava nivînan, lê piştî saetekê, du saetan ez wek şêrekî dîsa hêzî ser xwe dikim û têm xwe didim ber vê qutîka destê min jê nabe.

Ya xerab dermanê diya min exlamûr jî li mal tuneye. Min zor daye avê û çayê lê herikandina pozê min nasekine. Nizanim qahwe baş e ya na?

Min hîn baş biryara xwe nedaye, hîn dudil im, nizanim herim xwe dirêj bikim ya jî hinekî din jî li ber xwe bidim. 

Berxwedan jiyan e û halê kurdan jî tim berxwedan e. Wek kalekî kurd ez jî li br xwe didim û teslîmî vê nexweşiya pîsik nabim.

Ax, ax, xwezî ev bapêş tunebûya û pozê min û çavên min wek du kaniyan neherikîyana...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE