14 februari 2019

Antîsemîtîzim û antîkurdîzim


Karîkator ji malpera Ledarsidorna hatiye girtin.

Do êvarî telewîzyona swêdî kanala 1ê di xeberên xwe da got li Swêdê antî-semîtîzim pir zêde bûye. 

Li Swêd cihû(yahûdî)xwe di ewlehiyê (emniyetê) da his nakin. Cihû, sînanog û mekanên wan gelek caran marûzî êrîşên musilmanan dibin.


Li gorî xebera telewîzyonê li Almanyayê, Fransayê jî rewş wiha ye û ji ber vê yekê jî gelek cihû ji Ewrûpayê koç dikin, direvin.

Ev ne fenomeneke nuh e, li Ewrûpayê bi zêdebûna ereb û musilmanan ra antî-semîtîzim û êrîşên ser cihûyan û sînanogên (dêrên) wan jî zêde bûye. 

Dera musilman lê pir bin jiyana cihûyan dikeve tahlûkeyê. Li her bajarê Ewrûpayê rewş wiha ye.

Lê ne jiyana cihûyan tenê, jiyana kurdan jî bi qasî ya wan dikeve tahlûkeyê. Dibê em kurd viya baş bizanibin.

Medyaya ewrûpî qala zêdebûna antî-semîtîzmê dike, lê belê qet qala antî-kurdayetiyê yanî qala zêdebûna neyartiya kurdan nake. Bi qasî cihûyan kurd jî marûzî êrîşên tirkan îslamîstan dibin. Li her derê tirk, ereb û îlamîst neyartiya kurdan dikin.

Li gorî piraniya tirkan, ereban û musilmanan dibê Îsraîl nemîne û cihû jî werin qirkirin. 
Li gorî dîndarên ereban, cihû çêlikên  meymûnê û kudikên beraz in, qetla wan helal e.

Lê dibê em kurd bizanibin dijminê ereb û tirkan û musilmanan ne cihû tenê ne, me kurdan jî bi qasî cihûyan nerên xwe dibînin. 

Ev rastiyeke û dibê em vê bibînin û wek cihûyan bibêjin, dinyayê ji antî-kurdîzmê agahdar bikin.

Bi tesîra tirk û ereban, somalî û musilmanên din jî neyartiya kurdan dikin. 

Me ev neyartiya tirkan, ereban, somaliyan û misilmanên din di şerê Daîşê da baş dît. 

Ji hemû welatên musilman bi dehhezaran çeteyên musilman bi Tirkiyê û ereban ra şerê me kirin û li Îraqê û Sûriyê bi hezaran kurd kuştin, bi hezaran keç û jinên me êsîr girtin û ji xwe ra kirin kole. Ji ber ku kurd bûn û êzdî bûn.

Daîş û musilmanên tem musilman dibêjin kurd ne musilman in, cihû ne û lema malê wan jî û qetla wan jî helal e. Daîşiyên ji alî YPGê va hatin girtin ev yek vekirî digotin.

Lema jî li Ewrûpayê zêdebûna antî-semîtîzmê di eynî wextê da zêdebûna antî-kurdbûnê ye jî. Li Ewrûpayê bi zêdebûna ereb, tirk û musilmanan jiyana me kurdan jî dikeve xeterê.

Çimkî tirkan û ereban antî-semîtîzim êdî kirine antî-kurdîzim jî. Meriv kane Îranê jî li wan zêde bike, ne bi qasî Tirkiyê û ereban be jî, lê Îran jî carnan eynî propgandeyê dike.

Ereb, tirk û musilman li Ewrûpayê êrîşî du grûban, du qewman dikin, ew jî cihû û kurd in.
 
Bêyî cihû û kurdan, ereb û tirk û musilmanên din neyartiya tu miletekî din nakin.

Ji bo tirk û ereban tu ferq di nabêna cihûyan û kurdan da tuneye. Tirk û ereb eşkere dibêjin heger Kurdistan çê bibe ewê bibe Îsraîleke duyem û hemû hêz û partiyên kurd jî wek ajanên Îsraîl dibînin. Û tirk viya her roj dibêjin jî.

Tirk û ereb, cihûyan û kurdan dijminên xwe dibînin û di her fersendê da êrîşî wan dikin. Viya li Kurdistanê jî dikin, li welatên xwe jî dikin û li Ewrûpayê jî dikin.

Cihû(yahûdî) dewleta wan heye, gava bixwazin kanin herin welatê xwe û diherin jî. 

Gava serê cihûyekî têkeve tengasiyê, gava marûzî êrîşekê dibe, dewleta wî dihere hawara wî, pê ra alîkariyê dike. 

Lê kê were hawara me kurdan?

Ji bo wê jî li Ewrûpayê bi zêdebûna musilmanan ra ji cihûyan bêtir ewê cî li me biherime, jiyana me ewê têkeve tahlûkê. 

Hin kurdên pir humanîst û pir dost û abûqatên koçberên ereb û musilman vê tahlûkeyê nabînin û lema jî ji bo ku hîn pirtir ereb, koçeber û musilman werin Ewrûpayê bi ruh û can dixebitin, abûqatiya wan dikin.

Lê ji bîr dikin bi pirbûna musilmanan ra ji cihûyan bêtir ewê zirarê bibînin, ji zarokên cihûyan bêtir ewê zarokên wan bibn hedefên êrîşên musilmanan.

Dema ereb, tirk û musilmam li Ewrûpayê bûn xwedî desthilat(îro li Swêd û li gelek welatên din xwedî hukim in)kurdên nuha baûqatiya wan dikin ewê gelkî poşman bibin, tiştê li welatên xwe tînin serê me, li vir jî ewê eynî tiştî bikin. 

Di felsefa îslamê da, di huqûqa îslamê û musilmanan da, di kultura wan da azadî, wekhevî û demokrasî tuneye, tenê îtîat heye, koletî heye. Li Îranê, li Suûdî, li Afganîstan û tirkiyê çi dikin, li Ewrûpayê jî ewê eynî tiştî bikin. Ji bo meriv viya bizane ne hewce ye meriv alimê cîhan be; welatên musilman li ber çava ne….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE