25 januari 2019

Tirkiye dixwaze hemû kurdan qir bike


Di malpera "Rebwar Hassan" da vîdeoyeke li ser kurdan heye. Vîdeo ya telewîzyoneke misrî ye.

Spîker dibêje berî du saetan raporeke bi dizî ya istîxbarata Tirkiyê ketiye destê wan. 

Rapor bi tirkî ye û wan jî wergerandiye erebî.


Spîker dibêje di raporê da berpirsiyarên dewletê rasterast ji leşkerên xwe doza kuştina hemû endamên PKKê û alîgirên wê dike. 

Spîkerê raporê dixwîne, şirove dike û dû ra jî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dike û dixwaze ew li ser naveroka vê raporê rawestin û bi lez têkevin nava tevgerê û rê li ber qetlîamên mezin bigrin.

Spîker dibêje ji ber ku di raporê da daxwaza însanên bêsûc û siwîl tê kirin û ev emir jî ji alî serokê dewletê ve hatiye dayin, lema jî mesele pir cidî ye û lema jî dibê rêxistinên mafên mirovan bêdeng nemînin.

Ji ber ku vîdeo bi erebî ye min belav nekir, lê yê bixwaze kane di feyca ”Rebwar Hassan” da lê temaşe bike.

Li vîdeoyê temaşe bikin hûnê bibînin berpirsiyarên tirk biryar dane hemû kurdan qir bikin, plan û hesabekî wan ê wiha heye...

XXX
Balafirên Tirkiyê herêma Amêdiyê dîsa bombebaran kirin û 6 kes kuştin û çend kes jî birîndar kirin.

Kesên hatine kuştin merivên hev in û çûbûn saxtiya mêşên xwe bikin.

Ev 20 sal in Tirkiye başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dikin. Her sal bi dehan kesî dikujin.

360 gundên Duhokê ji ber bombebaranên Tirkiyê hatine valakirin, bi hezaran kurd nikanin herin malên xwe, ser zeviyên xwe.

Di nava salekê da di bombebaranên balafirên tirk da tenê li Amêdiyê 20 kes hatin kuştin.

Tirk ji kuştina kurdan tu carî têr nabin, bûne wanpîr û xwîna kurdan dimijin.

Ji bo Tirkiyê ya muhîm kurdan bikuje, xwîna wan biherikîne, li ku dibe ji tirkan ra ferq nake.

XXX

"Artêşa tirk, ji ber ku nikane têkeve rojavayê Kurdistanê û bigihîje zewqa vexwarina xwîna kurdan, çûne gundên Kurdistana Başûr bombebaran kirine. Ev dusedsal in(du qirn in) artêşa tirk bi xwîna kurdan xwedî dibe, bûye tiryakiyên wê. Heta xwîna kurdan venexwe nikane bisekine, tebatî nayê."
///Ahmed Zekî Okçuoglu

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE