03 januari 2019

Tirkiye bûye zindana jinan


Li gorî îstatîstîkên ”Platforma li Dijî Cînayetên Jinan” li Tirkiyê di sala 2017a 409 jin hatine kuştin, 387 zarok jî marûzî tecawizê, îstîsmara seksî bûne.

Di sala 2015a da 303 jin, di sala 2017a da 328 jin, lê sala 2018a heta dawiya meha 11a 409 jin hatine kuştin.
 

Yanî kuştina jinan sal bi sal zêde bûye. 

Li welatekî musilman û wek Tirkiyê ev wahşet û zêdebûna wê normal e. 

Çimkî li welatên musilman û li gorî îslamê jin êsîr in, kole ne, ji bo seksê, xizmetkariya mêr û anîna zarokan in.

Jinên koletiya mêran qebûl nekin, bixwazin wek merivên azad bijîn marûzî şîdetê dibin û tên kuştin. 

Lema jî li Tirkiyê sal bi sal zêdebûna cînayetên jinan tiştekî ne xerîb e. Ev netîce berheme îktîdara îslamî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE