14 januari 2019

Tirkiye bi şîretan dev ji dijminatiya kurdan bernade


Erdogan bi riyên dîplomatîk, bi şîretan tu carî dev ji neyartiya kurdan bernade, dibê zorê û tirsê bibîne, dibê bivikê bibîne...

Serokê Amerîkayê #Trump gotiye:  "heger Tirkiye li Sûriyê li kurdan xe, kurdan bikuje ewê ekonomiya Tirkiyê têk biçe." 

Vê rastiyê her kes zane, lê ne xema îslamîstên neyarên kurdan e. 


Çimkî wan neyartiya kurdan kiriye sebebê hebûna îktîdara xwe. Li gorî Erdogan ew êrîşî kurdan nekin, ewê nikanibe li ser hukim bimîne, îktîdara wî girêdayî neyartîya kurdan û şerê bi kurdan ra ye.

Erdogan neyartiya kurdan, dagirkirina rojava ji xwe ra kiriye hedefeke sereke û heta li ser hukim be ewê dev ji vê neyartiya xwe bernde.

Lê ev yek ewê ji Erdogan ra nemîne, ewê li ser wî gelkî buha rûne. Heger guh nede rexneyên dinyayê û êrîşî rojava bike û bi hezaran kurdî bide kuştin ewê dawiya xwe bîne. Heta nuha gelek tişt kir jê ra ma, lê îcar ev tirr ewê jê ra nemîne...

Serokê ragîhandinê(komînîkasyonê)yê serokkomariya Tirkiyê Fahretîn Altun bersvîv daye beyana Donald Trump, gotiye ”ew ne dijminê kurdan, ew hamîyên kurdan e û li Sûriyê û rojava jî ew şerê kurdan nakin, ew şerê terorîstan, şerê PKKê û YPGê dikin; ji ber ku ew terorîst in” û gelek derewên din rêz kirine.

Lê ya herî muhîm Fahretîn Altun, di bersîva xwe datwîtteke Erdogan ya 2015a jî dubare kiriye. 

Erdogan di wê twîtta xwe ya 26ê hezîrana 2015a da wiha gotiye:

”Ez ji hemû dinyayê ra dibêjim, bedelê wê çi dibe bila bibe, li bakurê Sûriyê, li başûrê Tirkiyê emê tu carî destûrê nedin avabûna dewletekê.”

Erdogan vê dîtina xwe her tim dubare dike û ne ji bo Sûriyê tenê, ji bo Îraqê jî eynî tiştî dibêje.

Wek tê zanîn Erdogan li başûr li dijî referandûma serxwebûnê û serxwebûna kurdan derket û got ewê tu carî nehêlin Îraq perçe bibe û kurd dewleteke serbixwe îlan bikin.

Û piştî referandûmê him saha hewa û him jî derî li ser kurdan girtin. 

Yanî Tirkiye ne li dijî PKKê û PYDê ye, wek Erdogan gotiye, ji bo ku li rojava dewleteke kurd ava nebe şerê kurdna û PYDê dike, hedîse ev e. Altûn û Erdogan jî ev yek gotine.

#Trump do bi şev di twîtta xwe da got "heger Tirkiye li Sûriyê li kurdan xe ewê ekonomiya Tirkiyê têk biçe." 

XXX
Wer xuya dike heta hilbijartinên 31ê adarê Erdogan ewê berpirsiyarên, kadirên HDPê yên berbiçav, yên sereke hemûyan têxe zindanê. 

Her roj davêjin ser çend malan û bi dehan berpirsiyarên HDPê digrin. Roja çend kesan nexin hundur tuneye
Meşrûîyeta vê hilbijartinê nemaye.

Di serî da HDP û hemû partiyên kurd dibê bi hev ra li hemberî vê zorbatiyê tiştekî bikin, bêdeng nemînin.

Di bin van şertan da qebûlkirina hilbijartinê ne rast e. Dibê kurd meşrûîyetê nedin vê rejîma faşîst.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE