23 januari 2019

Telefon û kompîtorê dawî li qelemê anî


Kompîtoran û telefonên destan gelek karên me rehet kirin. Lê tu nemaye em nivîsînê ji bîr bikin, dawî li qelem û defterê anîn.

Berê teqwîmek, deftereke telefonan û bloqeke ji bo notgirtinê û çend qelem tim di bêrîka min da bûn.
 
Û qelemên jî tim qelemên baş û buha bûn. Herî kêm tim sê qelem di bêriya min d ahebûn. Min ji qelemên bi qalîte hez dikir û tim bi kar dianîn.



Lê nuha di bêrîka min da ne teqwîm heye, ne jî qelem û defteter û bloqa notan heye.
Tu nemaye ez nivîsînê ji bîr bikim.  

Ez bawer dikm ne ez tenê, her kes wer bûye, êdî kes qelemê, teqwîmê û deftera bêrîkê bi kar nayne; here were telefon û kompîtor e. Ew ketine dewsa qelemê.

Hompîtor û telefon derket, qelem bi çol û çepelan ket…

Van îcadên bêxwedî ewê nivîsînê bi me bidin jibîrkirin.
 
Bi navê Xwedê min bîriya qelem û defterê kiriye. 

Qelem û defter xweş bû, her roj me  ji xwe ra hin dişt dinivîsî û dida aliyekî. 

Nuha di warê fizîkî da tu nivîs û defter mefter tuneye, kes qelemê bi kar nayne, her tişt abstrakt e.
 
Telefon û aleta li ber me xera bibe, wenda bibe tiştek li fêzê namîne, bi hezaran fotograf jî di nav da, her tişt wenda dibe, dibe derew, dibe xewn.

Berê xweş bû, gava qelem bi kaxetê dibû û şopek li ser kaxetê dihîşt hestekî xweş û zewqeke din bû, kaxet û qelem evîndarên hev bûn, her roj hev û du radimîsan. 

Lê êdî hev û du nabînin, kaxet ji xwe ra karekî din dike û qelem jî ketiye qomayê, li ber mirinê ye.

Zimanê xwe bike qelem, hêsirên xwe murekeb. Yê bibihîze û bibîne heye helbet. Ya muhîm dibê tu bizanî bixwazî. Dua bike !

”Ji aletan yê herî baş qelem e. Şûşeyek murekeb ji kulçeyeke zêr bi xêrtir e."
Îbnî Sîna

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE