23 januari 2019

Têkçûn û serketin


Helbet biserneketin xerab e, moralê meriv xera dike. Lê belê meriv ji ketin û biserneketinên xwe ders û tecrûbê digre. 

Heger em biserneketinê, têkçûnê tu carî qebûl nekin ya jî ji bo ku em têk neçin em tu carî pê li ciyê şil nekin, tu carî rîskê negirin çavê xwe, emê tu carî şansê serketinê jî bi dest nexin û bi ser nekevin.
 

Biserketin û biserneketin her tim bi hev ra ne, meriv ji biserneketinê bitirse tu carî nikane kêf û zewqa serketinê tahm bike.

Her tişt, her kar destpêkek xwe heye.

Em bi carekê da fêrî meşê nebûn. Berê em bi ser nigan ketin û dû ra hêdî hêdî fêrî meşê bûn. Em gelek caran ketin û rabûn, bi çarpiyan çûn, dû ra fêrî meşê bûn. 

Çi kar dibe bira bibe, siyaset, tîcaret, nivîskarî, şairî, blogerî, fêrbûna zimên meriv destpêkê, cara pêşî mikemel nake, jê ra wext û xebat lazim e, berdewamî û îstîkrar lazim e.

Destpêka blogeriya min pir zahmet bû, min zahmetî di dîtina mijaran da didît. Piştî min mijarek didît jî nivîsîn ne rehet bû, zor bû. Lê bi demê ra meriv fêrî nivîsînî dibe. Piştî demek antraman masûlkê meriv çê dibe, nivîsandin jî wisa ye, bi nivîsandinê meriv bi pêş dikeve.

Di siyasetê da jî kurd ne serketîne, heger ne her tim be jî, bi piranî wenda dikin, yanî dikevin. Lê ya muhîm radibin. Ew jî baş e.

Nuha ji me ra di siyasetê da hin kadirên nuh lazim in, bi van kalên 60, 70, 80 salî, bi tarzê 40-50 sal berê nabe û em bi ser nakevin. Dibê hin nifşên nuh, hin fikrên nuh werin pêş û hin kesên nasyonalîst rabin û ew bibin pêşengên tevgera kurd ya netewî.
 
Heta nuha em gelek caran ketine û rabûne, ev hemû tecrûbene, dibê em ji van tecrûbeyên xwe îstîfadeyê bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE