14 januari 2019

Sûc



Kalê elewî bibêdilî bi gundiyan ra çû dua baranê. Gava di ber erdê(zevîyê)xwe ra derbas bû, darê destê xwe di erdê da çikand û got:
-Bira haya te jê hebe, ev erd jî yê min e...


Di vegerê da dinya bû ewr, bû gurre gurra tavan û şîrqîna birûskan û zîpikê(terezê, teyrokê)dayê, her hebek bi qasî gûzekê bû. Gava kalê elewî gihîşt ber erdê xwe, bala xwe dayê tişt di zadê wî nemaye, hemû telef bûye. Serê xwe hejand û di ber xwe da got:
-Ne sûcê te ye, sûcê min e min erdê xwe nîşanî te da…

Xwesî

Mêrik çû atolyeya yê resam, rismê xwesiya xwe dirêjî resam kir û jê ra got:
-Gelo tu kanî vî rismê xwesiya min li ser qutiya min a cixarê çê kî?
Resam got, belê ser çavan û bi meraq jê pirsî:
-Ma qey tu ji xwesiya xwe pir hez dikî?
Mêrik got:
-Na, ne ji bo wê ye, ez dixwazim cixarê biterikînim…


Dizê hespan

Yekî gundî şev nîvê şevê di tewla hespan da dizek girt. Ji diz ra got:
-Kuro heger tu diziya hespan fêrî min bike, soz ez tiştekî bi te nakim, ezê te berdim.
Diz got:
- Baş e, ezê fêrî te bikim, lê dibê ez li hespekê siwar bim û nîşanî te bidim.
Mêrik daxwaza diz qebûl kir û diz li hespeka kihêl siwar bû û hesp zengu kir û bi çargaviya ji wir bi dûr ket. Û dû ra jî zîvirî û jê ra got:
-A hesp wiha tê dizîn kêmaqilo !

Erebe ji kê ra bimîne...

Ji bo ku hev û du berdin jinik û peyê(mêrê) wê mahkime dibûn. Hakim ji keçika wan a biçpk pirsî, got:
-Keça min, tu dixwazî li ba diya xwe bimînî ya li ba bavê xwe?
Keçikê got:
-Heger erebe ji diya min ra bimîne dixwazim li ba diya xwe bimînim, heger ji bavê min ra bimîne dixwazim li ba bavê xwe bimînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE