02 januari 2019

Şîretên mele



Mele di nimêja îniyê da qala nebaşiyên alqolê dikir û kesên araqvexwir rexne dikir:

-Hûn him gunehan li xwe dibarînin û him jî perê xwe davêjin kuçê. Baş e yê qezenc dike kî ye? Xwediyê meyxanê ye…

-Xaniyê herî xweş yê kê ye? Yê xwediyê meyxanê ye…


-Eraba herî xweş ya kê ye? Ya xwediyê meyxanê ye…
-Perê kê pir e? Yê xwediyê meyxanê…
-Kî van peran dide wî? Helbet kêmaqilên wek we…
Piştî du heftan yek bi lez çû ba mele, xwe avêt ji destê wî da û got:
-Xwedê ji te razîbe seyda, piştî wê weaza te ya li ser alqolê û wan şîretên te yên giranbuha jiyna min xelas bû.
-Kêfa mele hat, got:
-Eferim ji te ra, ev hîn hindik e, mikafata herî mezin li axîretê ye, li wê dinyê jî tu yê gelek mikefatên mezin bibînî.
-Mêrik got:
-Seyda, min dev ji alqolê bernedaye, min meyxane vekir…

XXX
Amortî
Mamostê tarîxê ji Kezîbanê pirsî, got:
-Şoreşa Fransayê di kîjan salê da çê bû?
Kezîban hinekî fikirî, got:
-Di sala 1889a da çê bû.
Mamoste got:
-Rûne, sifir. Bersîva rast 1789 e.
Kezîbanê îtîraz kir, got:
-Ma sifir dibe mamoste, herdu reqemên dawiyê rast in. Qey li ba we amortî jî tuneye !

XXX

Di dewra osmaniyan da demekê alkol qedexe bû. Merivekî sultan ji cimatê ra qala zirar û xerabiyên alkolê dikir, digot:
-Alkoş ne baş e, bi zirar e, xortên me li filan derê dikirin û li wir kêf û alemê dikin.
Mêrikê elewî got:
-Xêra gorra miriyên xwe tu kanî navnîşana wê derê dubare bikî.

XXX

Jinek û mêrekî di kompartîmanekê da bi hev ra rêwîtî dikirin. Piştî demekê mêrik pakêta cixarê ji bêrîka xwe derxist û ji jinikê pirsî, got:
-Gelo ez cixarakê bikşînim hûnê pê aciz bibin?
Jinikê got:
-Na ez pê aciz nabim, wek hûn li mala xwe bin rehet hereket bikin.
Mêrik pakêta xwe hêdîka dîsa xist bêrîka xwe û di pacê ra li derve nêrî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE