06 januari 2019

Şevbêrkek xweş û bûyerek tahl


Komela Nivîskarên Kurd li Swêd do êvarî li Kitêbxaneya Kurdî şevbêrkek xweş çê kir. 

Rojeveke şevbêrkê ya taybet tunebû. Yê bixwesta kanîbû şiîrek bixwenda, stranek bigota ya jî tiştekî din pêşkêş bikira.

Biraderekî ji başûr, ji Eqrê bîstekê li tembûrê xist û çend sitran gotin û kêf da şevbêrka me. 


Enwer Karahan û Xelîl Duhokî çend helbestên xwe xwendin.

Îhsan Espar jî li ser daxwaza cimatê helbestek zazakî xwend.


Mala komelê ava be, camêran endam û mîvanên xwe muûz nehîştin, şeraba sor û spî jî dan me.
Şevbêrkek xweş bû, li dora 30-40 kesî hatibûn. Gelek kesî bi vê minasebetê hev û du dîtin û ketin sohbetên germ. 

Di sohbetan da qala girîngiya kurdî, zimanê dayikê û perwerdeya kurdî û bûyereke pir ecêb jî hat kirin. 

Ez dixwazim li vir bi kurtî qala wê bûyera do min ji devê xortekî ji binxetê(rojava) bihîst bikim.

Li Swêd mafê perwerdeya zimanê dayikê heftê saetek ji bo her zarokî heye. Heger li mektebekê 5 zarokên dersa zimanê dayika xwe bixwazin hebe, belediye, dibistan mecbûr e bi zimanê wan zarokan yê dayikê, zimanê zarok li mal dipeyivin dersê bide wan.

Di şevbêrkê da mamosteyekî kurdî qala hebûna vî mafî kir û got dibê dê û bavên kurd ji dibistanan ji bo zarokên xwe dersa kurdî bixwazin. Dema dê û bav bixwazin, dibistan mecbûr e vê perwerdeyê pêşkêşî zarokan bike.

Ji rojavayê Kurdistanê xortekî bi navê Brahîm got:

 ”Ez malbateke ji rojava nas dikim, zarokên xwe şandin beşê erebî. Lê mamostê erebî qebûl nekir, ji wan ra got hûn kurd in û li mal bi kurdî dibpeyivin, lema jî dibê hûn herin dersa kurdî. Lê bavê zarokan ev yek qebûl nekir û li  mamoste gilî kir.”

Hûn dibînin, dibistan, mamosteyê erebî ji malbateke kurd ra dibêje hûn kurd in, lema dibê hûn zarokên xwe neşînin beşê erebî, dibê hûn bişînin beşê kurdî. 

Lê dê û bavê zarokan li mamostê erebî gilî kirine. Maneya xwe dixwazin zarokên xwe bikin ereb.

Swêd ne Sûriye ye, li Swêd tu hewcedariyeke zarokan bi erebî tuneye, lê ev kesên bêxîret dîsa jî xwestine zarokên wan ne bi kurdî, bi erebî bixwînin. 

Û ev merivê rezîl û bêxîret sedîsed îltîca xwe yanî mafê penaberiyê jî li ser navê kurdayetiyê girtiye. Lê naxwaze zarokên wî here dersa kurdî.

Di nava 400 milyon ereb û hemû tirkan da hûn nikanin bêxîret û rezîlekî wiha bibînin. Lê di nava kurdan da pir in, bi hezaran in. 

Lê kesên wiha ne tenê di nava kurdên binxetê/rojava da hene, li bakur jî kesên wiha pir in. Mixabin dijmin gelek kurd bêşexsiyet kirine, bi dilxweşî dibin xulamên tirkan û ereban…
 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE