22 januari 2019

Roj roja hevkarî û yekîtiyê ye


Dijminên me û kesên bûne hevalên dijmin hewqasî pir in, hewqasî pir bin, meriv naxwaze wan bide aliyekî û kêmasî û şaşiyên hin welatparêzan, hin siyasetmedarên dane ser riyeke şaş rexne bike.

Di kozika şer da meriv naxwaze têkeve gewriya hevalê xwe yê şer û kozikê...


Ez dibêjim ev şêleke rast e, nuha dibê hemû hêz û kesên li dijî dagerkeriyê û serxwebûnxwaz destên xwe bidin hev û bi hev ra şerê vî neyarê devbixwîn û xayinên bûne hevalên wî bikin. Gelşên nabêna xwe em dû ra çareser dikin, dû ra em hesab ji hev dipirsin. Ew ji ber nare.

XXX
Kurd ji tirkan gelek bêexlaqî û pîşikên xerab fêr bûn, lê tenê nasyonalîzmê, welatparêziyê fêr nebûn.
Roja kurd jî bi qasî tirkan ji welatê xwe, ji ziman û nasnameya xwe hez bikin, tu hêz nikane rê li ber çêbûna Kurdistanê bigre.

XXX
Ez naxwazim sibehan ya elah ya fetah bi siyasetê, bi gotinên giran dest bi rojê bikim û ji we ra bibêjim merheba!
Lema jî her sibe bi dîlok û pêkenînekê dest pê dikim. Swêdî dibêjin "daketina, destpêka nermik !"
Ez jî bi henekekê, nermik dest pê dikim. Gelo ez baş dikim, ez şaş dikim?

XXX
Îro yeksaliya bajarê zeytûna, kela mêr û egîdan, Efrîna rengîn e.
Em Efrîna êsîr ketiye destê neyar, hêzên ew dagir kirin û xayinên bûn hevkarên dagirkeran ji bîr nakin.
Efrîn ewê were rizgarkirin !

XXX
Kurdekî bi navê "Tahir Sakili" bi serbilindî gotiye Mîroglu û nizanim kê û kê namzetên AKPê yên belediyeyên Hekariyê eşkere kirin.
Xulamtîya neyar însan pir bêheya kirine, êdî ji hevelbendiya dijmin fedî nakin.
Dibê li ba me jî wek li başûr, navê vê hevalbendiya bi dijmin ra cahşîtî be .

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE