08 januari 2019

Parsekê ji parsektiya xwe bi gazin bû


Parsek

Yekî li dereke pars lê yasax bû pars dikir. Polîsan ew girtin, birin qereqolê. Yê parsek dest bi gilî û gazinan kir, got:

-Ax, ax, xwezî pîreka min nemira û ez jî bi parsê neketama…
Qumsêr meraq kir, got:


-Ma qey pîreka te pir zengîn bû?
Parsek got:

-Na ne zengîn bû, lê dema rahmetiyê sax bû wê pars dikir, ez ne motajê parsê bûm…

Şemsiye

Jinikê serê peyê xwe şikandibû û ketibûn mahkimê. Hakim ji jinikê ra got:

-Peyê/mêrê te dibêje te şemsîye(sîwan) di serê wî da şikandiye. Ma rast e?
Jinikê got:

-Erê rast e…
Hakim got:

-Ê baş e tu nuha ne poşman î, li ber nakevî?
Jinikê got:

-Çawa li ber nakevim, min pir ji şemsiya xwe hez dikir û pêşek pere tê da bû. Heyf bû, şikiya…

Kilîd

Mêrik serxweş bû, kir nekir, nikanîbû derî vekira. Ji teqreqê û xirte xirta derî, jinik şiyar bû û serê xwe di pacê ra derxist û jê ra got:
-Ma te dîsa kilîda/nifta xwe wenda kiriye? Ez kilîdê ji te ra bavêjim jêr?
Mêrik got:

-Na, na, kilîd di destê min da ye. Qulika kilîdê wenda bûye. Qulikê bavêje jêr…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE