02 januari 2019

Nêrdiwana temen



Wek gelek kurdên din, di nufûsê da rojbûna min û xanimê jî ”0101” e. Bêguman ya me herduyan jî ne rast e.

Xanim dibêje dawiya wê jê ra gotiye ew di serê mîhan da bûye. 

Serê mîhan, yanî destpêka zayina mîha ye, dawiya meha yekê ye, ya jî destpêka meha sibatê ye.


Û rojbûna min jî li gorî texmîna diya min dawiya payizê bûye. Belkî navekî wê mehê jî heye, lê nayê bîra min. Êdî çiqasî rast e Xwedê zane. Feqet sal rast e, 1950 ye.

Ez werim ser mijara ez dixwazim li vir qal bikim. 

Lawikê me Azad, ji min ra diyariyek gelkî balkêş ”nêrdiwana temen” anîye. Navê tabloyê, afîş ”salên peyê” ye, yanî “salên mêr, zilam” e. 

Ji dergûşê heta 100 salî, yanî heta gore ye. 

Nuha ez li ser pêlika şeşa me û piştî saleke din ezê dakevim ser pêlika 7a, yanê bibim 70 salî.
 
Gava ez dibêjim pêlika 7a, yanî 70 salî, ez ji çavê xwe û ji guhê xwe bawer nakim.
 
Ev 70 çi zû hat yaho? 

Bi rastî di warê psîkolojîk da ez ji 70î ra qet ne hazir im, ez hîn xwe pir ciwan his dikim.
 
Bi gotineke din ez ji psîkolojiya yekî 70 salî pir û pir dûr im. 

Di nabêna 69 û 70î da salek tenê be jî, 69 bi min pir giran nayê, lê ”70” reqemeke ne xweş e û kêfa min jî qet ji 70î ra nayê.

Gava meriv bibe kalekî 70 salî êdî meriv dihilhil e, hal di meriv da namîne û meriv dikeve ber destan û dibe kokimekî ji taqet da ketî…

Bêguman eza bavê Azad im, ez ne ew mere di 70î da xwe kal his bikim û têkevim ber destan, lê axir hema nav be jî min ji 70î qet hez nekir… 

Tabloyeke pir xweş e, nabêna her pêlikekê 10 sal in û hemû jî bi gufte û kafîye ne. Xwezî tiştekî wiha bi kurmancî jî hebûya…

Nêrdiwan: Sêlim, pêlik

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE