08 januari 2019

Li welatê me siyaset pir zor bûye


Sîyset karekî zor e, lê siyaseta kurdan sed qatî zortir e. Li welatê me û li herêma me zemîn û şert hewqasî zû diguherin, meriv pê ra nagihîne, nikane analîzeke bi sihet bike. 

Dewletên mezin, hêzên dagirker rojane siyaseta xwe diguherin, geh rast lê dixin, geh çep.


Tu hew dinêrî Trump dibêje emê di nava mehekê da ji Sûriyê vekişin, roja din beyaneke vê beyana wî ya rojek berê pûç dike dide.

Meriv hîn beyanek xweşik analîz nekiriye, tu hew dinêrî beyaneke eksî wê tê dayin.

Dewlet in, xurt in, ne ji kesî ditirsin û ne jî fedî dikin, çi sozê bidin me jî roja din kanin eksê wê bikin û em nikanin tiştekî jî bi wan bikin.

Dîreksiyon di destê Trump da ye, ew bixwaze berê ereba xwe bide ku kane bike. 

Geh dibêjin emê li rojava kurdan biparêzin û nehêlin tirk kurdan qetil bikin, geh bi tirkan ra hin bazaran dikin. Daxwaza Tirkiyê em zanin, lê Amerîka bazara çi dike, ji Tirkiyê çi dixwaze em nizanin.

Lê tiştê meriv zane dewlet bêûjdan in, berjewendiyên wan çi bixwaze wiya dikin. 

Ev tevlihevî ne bes e, kurd bi xwe jî ne li hev in, her yek tiştekî dibêje, her yek seriyekî dikşîne. Dudu tên ba hev, çar êrîş dikinê.

Li başûr, bakur û rojava tevliheviyeke mezin heye, dilê meriv ji siyasetê sar dibe. Meriv devê xwe bigre û li malika xwe rûne belkî bi xêrtir e.

XXX
Li tu dera dinyayê hevalbend û dilsozên tu îdeolojiyê, çi çep, çi rast û çi jî îslamî be, heta ku mecbûr nemane, tu carî adil û heqparêz nebûne û mafê gel û miletên bindest nedane. Evy ek li welatên sosyalîst jî û li welatên kapatalîst jî wiha bûye.

Kemalîstên tirk ji bo ku kurd azad û serbixwe nebin, ji bo ku Kurdistan çê nebe çi siyaset meşandibin, îslamîstên tirk jî eynî siyasetê dimeşînin; navê yekî kemalîst e, navê yekî îslamîst e, navê yekî tirkçî û faşîst e qet ferq nake, di neyartiya kurdan da îdeolojî û siyaseta hemûyan yek û mişterek e. 

Çep jî, rast jî, kemalîst jî û îslamîst jî bi qasî hev dixwazin kurdan bikin tirk û Kurdistanê jî li xwe bihelînin, bikin welatê xwe. Hedefa kemalîstan jî ev e û ya îslamîstan jî. Yek ji yê din misqalekî jî ne baştir e.

XXX
Alkol meriv serxweş dike û serxweş jî çelzimanî dibe û zêde dipeyive. Lê hin kes bêyî serxweş bikevin wek serxweşan dipeyivin.

XXX
-Heger ne eşqa pera bûya hewqas kurd nedibûn zilam û xulamên neyarên qewmê xwe. 

Sebebê hemû pîsî û xerabîyan, îxanetan pere û meqam e. Ne her kes, lê hin kes tên kirîn. 

Kurdê gelê xwe layiqî dewleteke serbixwe nebîne, kurdê bi dakirkerê welatê xwe ra heval be hatiye kirîn, bûye xulamê dagirkerê welatê xwe. 

Kî çi dibêje bi kêfa xwe ye, lê bi baweriya min navekî vî yê din tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE