19 januari 2019

Li ser tirkîaxaftina kurdên Ewrûpayê çend fikrên cuda


Rojhat Amedî kurdên bi tirkî dinivîsin û bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin rexne kiriye. Di vî warî da gelek tiştên rast û di cî da gotine. Lê belê nivîsa wî bi tirkî ye...


Kesê xelkê ji ber ku bi tirkî dinivîsin rexne bike û vê yekê wek tirsonekiyê, wek kêmasiya kurdperweriyê bibîne, dibê ew bi xwe jî bi tirkî nenivîse. 

Rojhat Amedî him kurdên bi tirkî dinivîsin rexne dike û him jî nivîsa wî bi tirkî ye. Heta malpera wî jî bi giraniyeke zêde tirkî ye. Ev nabe, tiştê meriv şaş dît û rexne kir, dibê meriv bi xwe neke.
Geleo Rojhat Amedî bi zarokên xwe ra bi kîjan zimanî dipeyive?

Ji ber nivîsa Rojhat Amedî bi tirkî ye min RT nekir. Lê kesên bixwazin nivîsê bixwînin kanin di malpera Peyama Kurd û di twîtta wî da bixwînin.

Dylan :Raste ! Lê ger ev siyasetmedar bi zimanê dijmin siyaset nekin, ka dijminê me çiwa me fehmbike ? Ez dibêjim pêwiste em wek gel giraniya xwe bizin zimanê xwe û li hêviya siyasetmadara nehêlin. Gel bi zimanê xwe heye, bê ziman gel nabe gel.

Zinarê Xamo‏: Gava siyasetmedar bi tirkî peyivî qebûl nekin, civînên tirkî qebûl nekin, lê guhdarî nekin. Siyasetmedarê kurdî nizane nekin serok û berpirsiayrê xwe. Bi tirkan ra bira bi tirkî bipeyive, lê bi kurdan ra dibê ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive. Wek kurdên rojhilar û başûr.

mr Kurdo‏: Rojhat amedî xelkê Çewlik'ê ye ji şerma xwe kiriye Amedî. Dîrokek wî qirêj heye

Zinarê Xamo‏: Ez wî nas nakim. Lê gotin û zikrê wî hev nagrin. Him xelkê rexne dike ji ber ku bi tirkî dinivîsin û him jî ew bi xwe bi tirkî dinivîse. Hemû meqaleyên wî bi tirkî ne. Malpera wî jî hema hema hemû bi tirkî ye. Bi çi aqilî ev nivîs nivîsîye min fam nekir !

Havîn Acar: Zarokên birez Rojhat Amedî Kurdî gelek baş dizanin. Ji ber kû bi wan re kurdî diaxive her weha zimanê Almanî ingilizî firansî û tirkî jî baş dizanin 2 zarokên wî li zaningeha herî baş dixwînin û gelek serkeftîne. Bila tim serkeftî bin...

Zinarê Xamo‏: Spas ji bo agahiyê. Ji bo ku zarokên wî bi kurdî zanin kêfxweş bûm. Li Almanyayê mezin bûne, lê tirkî çawa "baş zanin" min ew fêm nekir...

Havîn Acar: Wekû hûn jî dizanin zarok bixwaze dikare hînî gelek zimanan bibe. Zarokên wî çend zimanan dizanin. Turkî ya herî hêsane

Zinarê Xamo: Zarok ji xwe ber fêrî tu zimanê nebin, dibê bingeha wê hebe. Bingeha wê jî dibistan û mal e. Zarokên kurdên bakur çima erebî û farisî fêr nabin? Dibê meriv sûc neke hustiyê zarokan, sûcdar, berpirsiyar dê û bav e ...

Havîn Acar: Mamoste meriv turki bizanibe ew suce. Bi ya min meriv kijan zimananî bizanibe ewqa başe. Her weha zarok bi rêya televizyonê dikare birehetî turkî hîn bibe. Li ser vêya gelek minak hene. Kesên kû bi eslê xwe Ewropî dikarin hîn bibin. Ew çima nekarin?

Zinarê Xamo‏: Wek terorî rast e. Lê kurdên li Ewrûpayê dijîn çima ewê ji kurdî bêtir tirkî zanibin? Ez jî ji bakurê Kurdistanê me, lê zarokên min bi tirkî nizanin? Çima tirkekî li Ewrûpayê dijî nabêje kurdî fêr bûn ne sûc e? Sebebekî fêrbûna me ya tirkî yê psîkolojîk heye, em ne temam in.

Havîn Acar : Mihum Kurd girîngiya zimanê xwe bizane û rojane bi malbata xwe re baş biaxive ya pêwîst ev e. Ya din cend zimana bizanibe ewqa başe. Xezî her zarokekî Kurd 7 ziman zanîba. Kî çend zimana dixwaze fêr bibe mafê wî ye. Her weha hemû zarokan ew şiyan nîne, yan naxwazin fêrbibin.

Havîn Acar: Mamoste ziman kêm û lawaz be gûtin nikare fikr û ramanê rind û qenc vebêje. Lewra meriv dixwaze ji bilî zimanên xwe, fêrî zimanên din jî bibe. Pêwîstiya me bi gelek zimanên cîhanê heye. Çawa bi ingilizî heye bi turki jî heye. Belê her kesî û şiyana xwe.

Zinarê Xamo: Havîn xanim helbet meriv çiqas zimanî bizanibe hewqasî baş e, ez nabêjim bira kurd tirkî, erebî, farisî fêr nebin. Ez dibêjim bira berî wan zimanan zimanê xwe fêr bibin, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin. Bira nebin muptelayê fîlmên tirkî. Gava zarokekî kurd li Ewrûpayê tirkî fêr bibe û kurdî fêr nebe ev ne normal e, dibê meriv viya wek gelşekê bibîne û li çareyan bigere. Zarokên me bi kurdî mezin nebin ne edebiyata me dibîne û ne jî muzîka me. Û miletek gava ji zimanê xwe qut bibe diqede, dibe miletekî din. Miletek bi edebiyat û folklora xwe milet e.

Rojhat Amedî‏: Gelek spas jibo Rexneyên brayê Zinarê Xamo. Rexneyên min nayên vateya ku kêmasiyên me nînin. Em hemu ta radeyek tawanbarin. Lê min xwest peyamek bi zimanê Tirkî bidim "Kurdên Tirk" Ez li Awrupa fêrî Kurdî bum û bi Kurdî jî dinivisînim. Em bi zarokên xwe re jî bi Kurdî diaxifin.

Zinarê Xamo‏: Gelek sipas ji bo agahdariyê. Ji bo ku tu bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyive kêfxweş bûm..

Enwer Karahan Kek Zinar, bi ilmê melê bike, dev ji kirinên wî berde... 

Zinarê Xamo Ev ne tu mele ye. emê kînga hev bibînin?

Enwer Karahan Karê min zû qediye û ez zû vegeriyam, were em li Diyarbekirê hevdu bivînin.

Zinarê Xamo Bi Xwedê ev nebû, Min ji te ra kiriye ser hev, tu roj bi roj barê xwe girantir dikî...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE