03 januari 2019

Li ser tabîrekê çend fikrên cuda


”Destê we ter be”, yanî çi?
Carnan ez dibînim hin kes biwêja, tabîra, gotina "destê we ter be, destê te ter be" bi kar tînin. Ez bi xwe ji vê biwêjê, gotinê tiştekî fêm nakim.
Ev tê çi mane yê?
"Destê we ter be", yanî çi ? 

Maneya "ter",  şil, teze, hişin, nerm, ne hişik e, ne zuha ye.
Di kurmancî da biwêja destê te sax be, Xwedê qewetê bide we, Xwedê bi destê we ra be min bihîstiye, lê "destê we ter be" nizanim çiqasî rast e?


Tabîra, biwêja “destê we ter be” di maneya spas dikim, siheta we xweş be, Xwedê qewetê bide we, mala we ava û hwd da bi kar tînin. Lê bi dîtina min “destê we ter be” tu maneyeke wiha nade.

Ev gotin kê çê kiribe, li kîjan herêmê were gotin jî bi min wek gotineke bêmane xuya dike... 

Ez difikirm di tirkî da jî tu hemberîyeke wê nayê bîra min. Di tirkî da “elinize saglik” heye. Yanî “sihet be, saxî silametî be ji destê we ra.” Lê ne ku “destê we şil be, teze be!”

Gelo "destê we ter be” li ku, li kîjan herêmê û di kîjan maneyê da tê bikaranîn? 

Ferîd Mîtan Li herêma me (Qamişlo), dema ku mazûvan bi erkê mêvandarîyê radibe, yan jî dema ku mirov xizmetekê ji bo kesekî bi destên xwe dike, wekî peyameke sipasîyê, jê re dibêjin: "Destên te sax bin. Destên te nerizin." Û di nivîsînê de, herî zêde "dest xweş" dihête bikaranîn.
Lê dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku di erebî de jî hevokên "dest xweş" û "dest sax bin" heye. Îcar me ji wan biriye, yan jixwebere ev qalib hatine dariştin, ez jî baş nizanim.

Zinarê Xamo Destê te sax be, dest xweş temam e, ew hene. Lê "destê te ter be" be nabe..

Hoshang Nouh "ter be" yanî bila "sax bimîne; hişk nebe, her baş û teze be û xwîn lê bigere." Cizîrîyên li cem me bi kar tînin.

Jamal Kazemi Li Urmiyê em di bêjin destê te ter yan destê rûn be serê xwe ra bîne yanî çi? Yanî Xêra wê hebe bila ji te ra be Yan dema yek karekî bike çi sudê wê tunebe ji ra dibêjin destê te rûn be serê xwe ra bîne Yanî rûn porê meriv rind dike heger ew kar Xêra wê hebe bila ji te re be

Rêdûr Dîjle: Li cem me ji biçûkan heta mezinên qet bi Tirkî nizanin vê biwêjê bi kar tînin. Wexta karekî an jî tiştekî baş bê kirin bi maneya "dest û tilî tim sax bin, pîr nebin, kêrhatî bin" tê bikaranîn. Ne biwêjeke çêkiriye.

Şivanê Fermanê Keleş‏: Dema mirov karekî bi destan dike çermê destên wî/ê zivir dibe û diterike, carina birîndar dibe û dişewite jî li gor karê ku dike. “Destê we ter be” yanî hûn ti carî mecbûr nebin ku karekî giran bikin, destê we hertim nerm be.

Sadık Korkmaz‏: Yanê, 'destê te mîna nanî sêlê be...' di Kurmancîya me de... Soranî, şil e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE