31 januari 2019

Kurd ne mecbûr in ji webayê û kolerayê yekê hilbijêr in


Meral Akşenerê gotiye Ji bo ku HDP li Îdirê qezenc neke em tu namzedî nîşan nadin.

Seroka Îyî Partiyê (ÎPê) Meral Akşener, dêlegura faşîst û mitefika CHPê ya hilbijartinên mehelî li Anqerê di civîna xwe ya çapemeniyê da gotiye:


 ”Heger em li Îdirê namzetekî nîşan bidin belediye ewê têkeve destê HDPê. Medem ev sîstem li Îdirê ewê bi HDPê ra têkeve reqabetê, emê tu namzetî nîşan nedin. Ji ber wê jî li Îdirê yekî AKPyî ya jî yekî MHPyî bibe serokê belediyê ferq nake, em tu mahzûrê nabînin.”

Û HDP jî dixwaze li gelek bajaran nekeve hilbijartinan ji bo ku kurd rayên xwe bidin cepheya CHPê û ÎPê, ya vê dêlegura faşîst.

Gava aqilê meriv ne ji kîsê meriv, ji kîsê xelkê be meriv dibe pêkenînê alemê.

Ji bo me kurdan tu ferq di nabêna Erdogan, Akşener û Kiliçdaroglu da tuneye.

Kurd ne mecbûr in ji webayê û  kolerayê yekê hilbijêr in. Kanin herduyan jî red bikin, neçin ser sindoqan, li metropolan hilbijartinan boykot bikin.

XXX
Seroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed nuha li Amerîkayê ye û bi berpirsiyarên Amerîkayê ra hin hevdîtinan dike.

Ahmet Nesîn bi Îlham Ehmedê ra hevpeyvînek kiriye. Hevpeyvîn sê pirs in lê him pirs û him jî bersîvên wê gelkî muhîm in. Bersîvên Îlham Ehmed xanimê him kêfa imn anî û him jî hêvîya min xurt kir. 

Yên bi tirkî zanin kanin hevpeyvînê di malpera ”Arti gerçek”ê da bixwînin. Hevpeyvîneke muhîm e.

Selahê Musê Sipas. Keçên Efrînî jîrekin.

Kirmanc Çalî Mixabin tirkî yê nizanim.

Zinarê Xamo Meriv kane bi translate googlê wergerîne erebî, farisî. Bi kurdî jî dibe lê ne pir baş.

Jamal Kazemi Ka apê zinar hevpeyvîn?

Zinarê Xamo Hevpeyvîn di "arti gerçek"ê da ye, ji ber bi tirkî ye min lînka wê nede. Lê tu kanî bi translate googlê bikî farisî.

Abdalqader Houry Ma tu dikarî hindek ji xalên girîng yên hevpeyvînê wergera kurdî bikî ?

Zinarê Xamo Wek min got, hevpeyvîn di "arti gerçek"ê da ye, ji ber bi tirkî ye min lînka wê nede. Lê tu kanî bi translate googlê wergerînî erebî ya jî zimanekî din.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE