30 januari 2019

Kevok û gêrik



Kevok pir tî bûbû, li perê çem li ser kevirekî venîşt û xwest hinek av vexwe. Çend caran nikilê xwe di avê da kir, bala xwe dayê gêrikek(mûriyek) di nava avê da ye, vir da wê da diperpite, dike nake nikane ji nava avê derkeve.

Dilê kevokê bi gêrikê şewitî, qirşek avêt ber, gêrikê xwe pê ve zeliqand û hêdî hêdî derket reşayiyê û xwe ji mirinê xelas kir.

Tam di wê nabênê da nîçîrvanekî  tiving di destan da ji wir derbas dibû. Çavê wî bi kevokê ket, got wele ev kevok nêçîreke baş e û tîra xwe li kevoka reben rast kir... 

Gêrikê bala xwe dayê nêçîrvan dike kevokê bikuje, hîn nêçîrvan tîr navêtibû ji kevokê da, mûriyê wek dûpişkê bi çîpa wî veda, gez kir. Canê nêçîrvan şewitî, qîrîn pê ket û destê xwe avêt ji çîpa xwe da. 

Kevokê dengê nêçîrvan bihîst, firek da xwe û çû û gêrikê jî bi vî hawî deynê xwe dabû...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE