01 januari 2019

Ji jiyana me salek din jî kêm bû


Erê erê, saleke din jî ji umrê me çû, saleke din jî ji jiyana me kêm bû, em hinekî din jî nêzî dawiya rê bûn.

Her sal eynî tişt e, salek ji jiyana me kêm dibe, em diherin û dinya li dewsa xwe dimîne…

Bêxwediyên salan di zaroktiyê da pir dirêj bûn, bi meşa kûsî diçûn, heta sal diqediya em kevzikî dibûn. Nuha çima ez kal bûme bi beza xezalê derbas dibin, ez hew dibînim şeva serêsalê hat û li derve teqîn û qîjîna rakêtin bitran û kêmaqilan e.


Kurd çawa ji sala 2018a ne razî bûn, ez jî hewqasî ji wê sala bêxêr û qebîh ne razî me. Xwedê kir çû, me tu xêr jê nedît. Hêvî dikim ez û miletê kurd dîsa tu saleke wek wê nebînin.

Hin kes ji bo sala nû hin sozan didin xwe, hin biryaran digrin, dibêjin ezê filan filan tiştî bikim, dev ji filan filan tiştî berdim…

Yê min bi xwe tu hînbûn û pîşikekî minê xerab, ya jî ez jê ne razî, ya jî jê bi gazin tuneye ku ez bixwazim dev jê berdim. 

Lema jî tu soz mozê nadim xwe.

Û tiştê ez dixwazim jî azadiya gelê min û serxwebûna Kurdistanê ye, dîtina Kurdistaneke serbixwe ye; ew jî ne hedefeke hewqasî ne nêz e. Newêrim bikim hedefa 2019a. 

Lema jî ji bo sala 2019a nuha, halîhazir di serê min da tu projeyeke, tu hedefeke min ya taybet tuneye.

Wek sala par, heger qeza û belayek neyê serê min, ezê dîsa blogeriya xwe bidomînim û di medyaya sosyal da jî her roj hin tiştan binivîsim.

Di sala 2019a da tiştê ez dixwazim bibînim azadiya gelê rojava û başûr e, hêvî dikim li rojava kurd statuyeke siyasî, federasyonê ya jî herî kêm otonomîyê bi dest xin. Û li başûr jî kurd gelşên nabêna xwe çareser bikin û herêmên hatine dagirkirin rizgar bikin, rewşa xwe ya siyasî baştir bikin.

Li bakur û rojhilatê Kurdistanê jî hêvî dikim hin surprîz çê bibin û ev herdu rejîmên ceberût û faşîst li bela xwe rast werin û miletê kurd bigihîje azadiya xwe.

Hêvî dikim di dawiya îsal da jî em nebêjin sal bi sal, xwezî bi par…

Bi hêvîya sala 2019a ji bo me kurdan bibe sala yektêtiyê, serketinê û azadiyê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE