07 januari 2019

Îslamîst jî bi qasî kemalîstan irqçî û neyarên kurdan e


Sidki Zîlan di twîtteke xwe da gotiye,”bimre kemalîzim; bijî îslam !”

Necat Zivingî li dijî vê dîtina wî derketiye û şiroveyeke pir rast û xweş kiriye, gotiye:

”Kemalîzim çîrok e. Li vî welatî zîhnîhyeta sereke ya keda kurdan dixwe û her zulm û neheqiyê li kurdan dike irqçîtiya tirk e. Ev irqçîtî geh di kirasê/dilqê kemalîzimê û sekularîzimê da ye, geh di kirasê îslamê û hinên em nikanin navên wan bidin da zulma xwe didomîne.”


Tiştê Necat Zivingî gotiye gotineke sedîsed rast e. Ji bo kurdan tu carî ferqa kemalîzmê û îslamîstan nebûye. Kurdên eksê vê fikirîne, gotine na ne wisa ye, îslamîst ji kemalîstan baştir in xwe xapandine.

Ji bo me kurdan numûneya di nabêna kemalîst û îslamîstan da tu ferq û cudahî tuneye ya herî baş û berbiçav 16 salên îktîdara AKPê ya îslamî ye. 

Îslamîstan nîşanî kurdan dan di mesela kurd û Kurdistanê da ew ji kemalîstan pir zalimtir, xerabtir û irqçîtir in. Îslamîstên tirk ji kemalîst û faşîstên tirk bêtir pan-turkîst û antî-kurd in.

Ev rastiyek e û îro em vê rastiyê dibînin û dijîn.

Ji roja Tirkiye ava bûye û virda, irqçîtiya tirk di bin gelek nav û îdeolojiyên cihê da neyartiya kurdan û Kurdistanê ji xwe ra kiriye armanca sereke. 

Kemalîst çiqasî neyarên kurdan bin, îslamîst jî hewqasî, heta sed qatî ji kemalîstan pirtir dijminê kurd û Kurdistanê ne. 

Piştî vê saetê kurdê hîn jî qala başiyê îslamê bike ya pir saf e, ji tarîxê tiştekî fêr nebûye, ya jî bi zanetî demagojiyê dike.

Li Tirkiyê, di nava tirkan da gava mesele dibe kurd û Kurdistan her kes, her hêz ferqiyetên nabêna xwe yên îdeolojîk û siyasî didin aliyekî û li hemberî kurdan dibin dost û mitefikên hev. Ev rastiyeke pir beloq û vekirî ye, ji nuha û pê da tu kes çi demagojiyê bike jî nikane vê rastiyê belovacî bike.
 
Mejiyê kurdan êdî xapandinê qebûl nake; dilê kurdan êdî bi derew û bi biratiya îslamê û nizanim çi naxap e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE