13 januari 2019

Îro ketim lê li erdê nemam...



Min ev zivistan heta îro bi saxî û selametî derbas kir, ne ketim û ne jî min dereke xwe seqet kir. Ji bo ku nekevim ez tim bi semt dimeşim.

Lê îro xerab ketim. Xwedê kir hêdî dimeşiyam. Lema jî erzan xelas bûm, dereke min neşikiya. Girmika min a rastê êşiya. Ew jî normal e. Meriv ket merivê pir hindik biêşe jî.


Îro xanim bi tenê çû bajêr, ewê ji xwe ra hinek kinc minc bikiriya. Lema jî ez pê ra neçûm. Ez bi tenê derketim gerê û min ji quretiyê riyeke dûr û dirê da ber xwe. 

Ez tam du saet û nîvan geriyam. Di vegerê da hatim ber kaşekî, her der bûbû wek sabûnê. Belediya tembel erd qûm jî nekiribû. Ez ketibûm feqê, veger tunebû.

Ji bo ku ji wê kemînê derbas bibim û nekevim min çavê vir da wê da gerand, min bi çarpiyan, bi meşa kûsî xwe da milê rastê, li wî milî hinek qûm û gîha xuya dikir. Min got belkî li wir neşemetim.

Lê min çer gava xwe avêt, nigê minê çepê şemitî û ez bi ser milê xwe yê rastê da ketim. Girmika min a rastê hinekî êşiya. 

Min hêzî ser xwe kir û ji bo ku careke din nekevim, min bi zor xwe ji wir xelas kir. 

Lê ya muhîm li erdê nemam, tavilê rabûm ser xwe. Ji xwe ya muhîm jî ew e. Her kes kane carnan bikeve, ya muhîm li erdê nemîne û hêzî ser xwe bike.



Kutbettin Alis Derbasbûyî be, hêvî dikim ku tu başî😍

Zinarê Xamo Vê carê bêzirar derbas bû...


Xiyas Hisên Selametiya xêrê be

Zinarê Xamo Sipas.

 Mustafa Kalpak Ice bug sol bi "bizmare" ji bo rojên qeja berf, cemed e. Bihane! Lê "broddar" klasîk e. Erzane! Ji her pêlavê re dibe. Derbasî be!

Zinarê Xamo Ya min jî heye lê min îro nekiribû nigê xwe.

Abit Dundar Zinar hevi dikim tu basi?

Zinarê Xamo Sipas Abid, selametî ye.

Ciwan Deriki Derbasbûyî be kek Zinar

Zinarê Xamo Gelek sipas, mala te ava...

Ilias Arian Shaddadi Derbasbûyî be kekê.

Zinarê Xamo Gelek spas.

Mamoste Nûjen Derbasbuyî be. Ê kê/kî sûretê te kişand?

Zinarê Xamo Ma te nas nekir, ne ezim, sûretê kalekî wek min e...:))

Özz Nujen Derbasbûyi be Apo can 😘

Zinarê Xamo Sipas Ozz! Det gick bra !😁

Sidar Yigit Derbasbûyî be 🌹

Zinarê Xamo Sipas Sîdar xanim. Li vî welatî ketin normal e. Lê ez li erdê nemam.😁

Newaf Miro Bihûrî be

Zinarê Xamo Gelek sipas Newaf...

Abdurrahman Damar Ji kerema xwe, bi ya bira yê "Mustafa kalpak"bikin û bira em bes bibihîzin ku hûn bi xeterî dişemitin.

Zinarê Xamo Erê rast e, Mistefa tiştên baş pêşniyar dike...

Yusuf Arslan Ya ku qewumîye, erzan filitîyî,
Baş bûye ku deng te neketi be...
Dîsa jî ezê meta xwe bipirsim?
Her çi dibe jî, dîsa, gelek derbasî be, Xwedê sihetê bide Apê min.


Zinarê Xamo Gelek sipas.


Sabahattin Korkmaz Kek Zinar te ziravê me qetand! Ew yê li erdê qilopanî bûye, me go xwedê neke belkî tu yî. Li xwe muqate be, pêlavên berf-qeşayê têke lingê xwe. Heta eyba kalbûnê tune, tu dikarî gopalekî jî têkî destê xwe. Gopal/darê desta, aparatekî gelek kêrhatiye; berê qewmê çiya (ku ew em in), kal-ciwanan her kesî bi kar dianîn. Heta ne caîz bû ku mirov destê vale bigeriya, derketa rêya. Di pal-evrazan de, ji bo ku mirov hindik biweste, di serejêran de ji bo ku mirov ne şemite-ne keve destekek baş bû. Her weha li hamberê qeza-belayên di rêyan de jî, dibû çeka parastinê. Ez nizanim di derheqa gopal de tu çi difikirî, lê bawerke ji hêla min de sîmgeyekî gelek sempatîk e. Eynî wekî te 🌻😃

Zinarê Xamo Birayê ezîz, gelek sipas ji bo vê şirova te ya xweş. Tu zanî ez ji mîzahê hez dikim. Milet ji nivîsên siyasî û reşbîn êdî aciz bûye, lema jî ez carnan bi rengekî mîzahî qala serpêhatî û bûyerên rojana dikim.
Ev nivîs jî min bi wê nêtê nivîsî, ne ji bo ku bûyereke cidî bû. Min henekek kir.
Bi ya min mîzahên wiha baharatên jiyanê ne, bi wan tahm û lezeta jiyanê xweş dibe. Ez jê hez dikim.
Ji bo wê jî di blog û feysa xwe da carnan nivîsên bi vî rengî dinivîsim.
Wek her tim te dîsa tiştên pir xweş û jîrane gotine, te qala gopal, dar û feydeya wî kiriye.
Rast e, gopal, dar aletekî, alavekî pir baş e û ev demeke min tedbîra xwe gitiye.
Gopalê min li kêleka min bi dardekirî ye.
Rast e, merivên ji qewmê çiyê kes bê dar nedigeriya, bê dar(ço) dernediket rê.
Baş bû te ev yek bi bîra min xist. Ew adet di zaroktî û xortaniya min da li gundan hebû. Çoyê, darê her kesî hebû, du babet bûn. Ji yekî ra digotin ”mişrag” û ji yekî ra jî digotin topiz, tompiz.
Mişrag dûz bû, topiz sertop bû. Her du jî ji darên pir saxlem bûn û yên ji xwe hez dikirin ew dinexişandin.
Yanî wek te jî gotiye kes ji mala xwe destvala bi rêkê da nediçû, dema bi rê diket, radihîşt mişragê xwe, topizê xwe û diçû. Ew ço wek sîleha wî bû.
Ya din ji bo rojên qeşa û meşê lastîkek bi mîx heye, ez wê dikim pê, lê gava berf kêm be û erd zêde ne bûz be meşa bi wê zahmet e, lema jî min wê rojê ew nekiribû sola xwe. Ya na di normalê da ez tim bi tedbîr im .
Gelek silavên biratiyê. Wa ye xanim rabû, piştî xurîniya xwe bike emê hêdî hêdî derkevin gera xwe, meşa  xwe  ya  rojane.🌷

Zinet Dinçer Derbasî be, înş emê qet nemînin.

Zinarê Xamo Spas xwişka delal.

Serdar Sıtkı Derbasi be keké.silav u réz. Li xwe baş binére.

Niyazi Cetinok Birayě min derbasī be.

Zinarê Xamo Sipas birayê ezîz.

Hüsamettin Acar Kek zinar hêvî dikim tiştek tuneye ez wek hîs dikim te jí erd êşandî ye..derbasî be

Zinarê Xamo Sipas Husamedin, me hev û du neêşand.




2 kommentarer:

  1. Hay ji xwe hebe xalè Zinar. tu ji me re lazim î :)

    SvaraRadera
  2. Sipas Hemedê hêja. Carnan dîqet û meqatebûn jî têrê nake. Lê ez baş filitîm.

    SvaraRadera

PARVE BIKE