13 januari 2019

Huda-Par fêlbaziyê dike


Cîgirê serokê HUDA-PARê Mahmut Şahîn di civîneke çapemeniyê da gotiye ewê beşdarî hilbijartinên 31ê adarê yên herêmî nebin. Lê belê ev biryara wan ne boykotkirina hilbijartinê ye. Ew hilbijartinê boykot nakin.

Ê gava hûn nekevin hilbijartinan û boykot jî nekin, wê demê hûnê rayên xwe bidin kê?

Çima hûn viya nabêjin?

Di rastiyê da ev beyana Mahmût Şahîn îlana piştgiriya AKPê ye.

Milet ne nezan e, ev biryara Huda-Parê tê maneya hûnê ji AKPê ra bixebitin. Gava meriv nekeve hilbijartinan û boykot jî neke, meriv raya xwe dide partiyekê. Ew partî jî AKP ye lê we nav nedaye.


Mahmût Şahîn ji jê dêlî demagojîyê û derewan neke, vekirî bibêje ewê ji AKPê ra bixebitin, dibêje ewê nekevin hilbijartinan.

Hûn kê dixapînin? 

Hûn nakevin , hilbijartinan ji bo ku hûn wek partî bi qiç û pîlên xwe ve ji AKPê ra bixebitin.
 
Ji bo ku hûn rayên AKPê perçe û kêm nekin, hûn nakevin hilbijartinan. Lê hûnê wek gêrikan(mûriyan) ji Erdogan û ji qeyûmên dewletê ra bixebitin.

Erê hûn dibêjin Huda-Par partiyeke kurd e lê vir e, hûn Hespê Troya yê dewleta tirk in.

Kesên vekirî hevalên AKPê ne ji we gelkî diristtir in, qenekê piştgiriya xwe ya ji Erdogan û ji dewletê ra venaşêrin, dibêjin em zilam û hevkarên dewletê ne û vê yekê jî bi dizî nakin. 

Lê Huda-Par ji dêlî vê diristiyê nîşan bide fêlbaziyê dike, dixwaze piştgiriya xwe bi dizî bidomîne. Ji bo ku hûn rayên AKPê kêm nekin, ji bo ku hûn ji AKPê ra baş bixebitin hûn nakevin hilbijartinan.
 
We biryar daye hûnê nekevin hilbijartinan û hûnê hiljartinan boykot jî nekin. Baş e bibêjin hûnê rayên xwe bidin kê, siyaseta we ya hilbijartinan çi ye?

Di vê beyana xwe da we tiştek negotiye.

Bi dîtina min kesên dibêjin em kurd in û doza kurd û Kurdistanê dikin dibê raya nedin AKPê û partiyên tirk, partiyên neyarên kurdan e û dagirkeriyê diparêzin. 

Piştgiriya AKPê, CHPê û partiyên neyarên kurdan hevalbendiya dewletê ye, partiya ne hevalê dewletê be, bindestiya kurdan û dagirkirina rojava neparêze destegê nade AKPê.

Heger Huda-Par rast nabîne piştgiriya HDPê û plarforma wê bike, dibê neçe ser sendoqê û raya nede, ev jî şiklekî boykotê ye.

Û dibê Huda-Par vê yekê, yanî ewê rayên xwe bidin kê, ya jî nedin kê eşkere bike. 

Him nakeve hilbijartinan, him jî boykat nake. Ê baş e wek partî hûnê di hilbijartinan da çi bikin, hûnê rayên xwe bidin kê?

Tiştê ji beyana Mahmût Şahîn tê fêmkirin Huda-Par ewê ji AKPê ra bixebite. Dev ji fêl û fûtan û hîlebaziyê berdin û viya vekirî bibêjin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE