29 januari 2019

Hin xêrnexwazan ez çavînokî kirim


Ez bawer dikim hin xêrnexwazan ez çavînokî kirim. Ez çi bikim, ez rabim kespikekê bi kumê xwe ve kim, çawa bikim?

Îro(28/1-18) hinekî nerehet ketim…

Qey hinekên ji min dibuxudin zindîbûna min çavînokî kirin. 

Danê nîvro ji nişka ve zikêşekê bi min girt, ruh ji min girt.


Axirê nuha baş bûme, heta bîstek berê jî halê min xerab bû.

Normal nuha ne wexta nexweşiyê mexweşiyê ye, ez cara nexweş nakevim. 

Lê hin çav hene tavilê meriv nezerî dikin. Diya min nuha li vir bûya ewê hinek xweî bavêta ji nava êgir da...

Dibê ez zêde meş aktîvîteyên xwe yên rojana deşîfre nekim, hin xêrnexwaz kanin meriv nezerî, çavînokî bikin…

Not:
Ez nexweşiyê qebûl nakim lê bi Xwedê nexweşî hîn jî bi temamî ji min dûr nektiye, hîn jî wek mêşa pîsiyê li dora min vinevin e...
Lê jiyan bênexweşî jî nabe, dibê meriv wê jî qebûl bike. 

XXX
Hinek kes ji dewleta tirkan, ji hukûmeta AKPê ya îslamî-faşîst û antî-kurd hêviyên edaletê, însaniyetê û huqûqnasiyê dikin.

Birayên ezîz, ev dewlet, ev hukûmet ji bo kurdan tu heq, huqûq û edaletê nas nake, kane zulma kûçik pûrta xwe ji ber biweşînin li kurdan bikin.

Gava zulmê li kurdan dikin, gava kurdan dikujin dilşa û bextewar dibin, ji kêf û zewqê bi cuzbê dikevin. Em nikanin tirkan û dewleta wan terbiye û perwerde bikin, dev ji vê xeyalê berdin. Ji dêlî wê, li rê û çareyên em ji vê dewletê xelas bibin bigerin.

XXX
Pîvana welatperwerîyê(niştimanperwerîyê) şêla me ya li hemberî hêzên dagirker e. 

Kî çiqasî li dijî dagirkeriyê be hewqasî li welatperwer e. Hevalbendiya dijmin û welatperwerî li hev nake. 

Yê nikanibe vekirî şerê dijmin bike ne mecbûr e bibe hevalê wî. Hevalbendiya bi dagerkeran ra dibê tu carî neyê efûkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE