28 januari 2019

Henek kiriye


Elektirîk...
Keçikê bi pîrika xwe ra sohbet dikir, pîrika wê jê ra qala dema keçiktiya xwe û hin serpêhatiyên xwe dikir.
Keçikê bi meraq jê pirsî:

-Pîrê, berî tu bizewicî te ji kalikê min ceryan/elektirîk girt, dilê we çawa ket hev?
Pîrikê got:
-Na keça min, elektirîka çi halê çi, di dema me da tenê çira hebû, ceryan tunebû.


Henek
Lawikê biçûk beziya ba diya xwe û bi heyecan jê ra got:
Dayê, dayê, yekî xerîb di himêza navmaliya(xizmetkara) me da ye.
Diya wî pê da xeyidî, bi hêrs got:
-Pir eyb e, meriv wiha nabêje !
Lêwik got:
-Min henek kir, ne xerîb e, bavê min e.

Derew
Çend nêçîrvan rûniştibûn, ji hev ra qala nêçîrên xwe dikirin. Yekî pesnê xwe da, got:
-Wê rojê nêçîra min pir baş derbas bû, min jimart, bawer bike min tam nehsedûnodûneh(999) kîroşk(kerguh) kuştin.
Hevalê wî got:
-Yanî bibêje hezar heb...
Nêçîrvan got:
-Ma ji bo kîroşkekê ez rabim derewan bikim ! Na bi Xwedê, tam nehsedûnodûneh heb bûn...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE