21 januari 2019

Heger Kurdistan çê bibe ewê Tofana Nûh dubare bibe !


Li vê dinyayê bêyî kurdan mafê her miletî heye serxwebûna xwe îlan bike û bibe xwedî dewlet. Li gorî dinyayê tenê mafê kurdan tuneye, nabe kurd bibin xwedî dewleteke netewî. 

Heger Kurdistan çê bibe ewê tofan û qiyamet rabe, ewê qûna dinyayê biçire û her tişt ewê binav û binerd bibe…


Sovyet perçe bû 15 dewletên serbixwe çê bûn. 

Tu kesî ji wan ra negot serxwebûn ne heqê we ye.

Yugoslavya perçe bû 8, 9 dewlet çê bûn. 

Tu kesî ji wan ra jî negot serxwebûn ne heqê we ye.

Li Afrîkayê welatê bindest, dagirkirî nema, hemû bûn dewletên serbixwe. Di nabêna salên 1960î û 1970î da mehê dewletekê serxwebûna xwe îlan kir. 

Ji wan ra jî kesî negot serxwebûn ne heqê we ye, hûn nikanin tu dewletan îdare bikin. Xwediyên wan dewleta qefle bi qefle ji birçîna direvin Ewrûpayê.

Bi kurtî li ku dera dinyayê dibe bira bibe, kîjan milet serxwebûna xwe dixwaze, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû dinya dibêje temam, serxwebûn heqê we ye û piştgiriya miletê serxwebûnxwaz dikin.

Lê li dinyayê mafê kurdan  tenê tuneye bibe xwedî dewlet. 

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, hemû dewletên mezin, yanî her kes li dijî serxwebûna kurda ye, her kes dibêje nabe kurd li tu beşekî Kurdistanê bibin xwedî dewlet.

Li kîjan beşê Kurdistanê dibe bila bibe qebûl nakin kurd ji bindestiyê rizgar bibin û bibin xwedî dewleteke netewî.

Du sal berê li başûrê Kurdistanê  ji %93ê kurdan got em serxwebûnê dixwazin, lê dinyayê got na em qebûl nakin, heqê we tuneye hûn Îraqê perçe bikin. Ne Neteweyên Yekbûyî, ne Yekîtiya Ewrûpayê, ne Amerîkayê û ne jî dewleteke din ya mezin negot serxwebûn heqê we ye û em dewleta we nas dikin.

Nuha li rojavayê Kurdistanê dîsa her kes, hemû dinya ji kurdan ra dibêje nabe hûn Sûriyê perçe bikin, nabe hûn Kurdistanê çê bikin. Heta federasyonê û otonomiyê jî layiqî me nabînin.

Tirkiye dibêje heger kurd li Sûriyê bibin xwedî deshilat ewê ji me ra bibe tahlûke, ewê ji kurdên me ra bibe pişt. Lema jî dibê li tu derê kurd ji bindestiyê dernekevin û nebin xwedî dewlet.

Hemû dinya jî dibêje rast e, ev heqê Tirkiyê ye.

Bi kurtî li ku dera dinyayê dibe bira bibe, bêyî kurdan mafê her miletî heye serxwebûna xwe îlan bike û bibe xwedî dewlet. Tenê mafê kurdan yê dewleteke serbixwe tuneye. 

Gava kurd li beşekî Kurdistanê qala serxwebûnê dikin ji Neteweyên Yekbûyî, ji Yekîtiya Ewrûpayê bigre, heta bi Amerîka û Rûsyayê, her kes dibêje nabe hûn daxwazeke wiha bikin, nabe hûn Tirkiyê, Sûriyê, Îraqê û Îranê perçe bikin. Em tiştekî wiha qebûl nakin.

Tu dibêjî gava kurd bibin xwedî dewlet, gava Kurdistan çê bibe ewê Tofana Hz. Nûh dubare bibe, ewê dawiya dinyayê were. Lema jî her kes tenê li dijî serxwebûna me ye.

Nuha ez ji nîzama pûşt û qahp ra, ji vê dinya zalim, bêedalet û heqnenas ra çi bibêjim û çi nifirê lê bikim ?

Ji dua ûnifiran bawer nakim û çi xeberê bidim jî bêfeyde ye, ne xema kesî ye…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE