18 januari 2019

Garo Paylan jî dixwaze Amerîka alîkariya kurdan neke !



Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan jî Trump şermezar kir û li Tirkiyê xwedî derket !

Qey di nanê me da xwê tuneye, em rindiyê, çêyiyê bi kê dikin, dibe xerabî û li me vedigere. 

Em ji kê ra dibêjin dost û bira, rayên xwe didinê, dikin nûnerên xwe, ji dêlî ku me biparêze, gorra me dikole.


Çend roj berê serokê Amerîkayê Donald Trump got:
”Heger Tirkiye li rojava êrîşîkurdan bike, kurdan bikuje emê ekonomiya Tirkiyê têk bibin, mehû bikin.”

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan ji ber ku Trump ji Tirkiyê ra wiha got, ji ber ku got em qebûl nakin hûn kurdan bikujin û ji ber ku li kurdan xwedî derket, Trump şermezar kir û got:

”Wek parlamenterekî Tirkiyê ez şerm dikim. Ez vê gefa serokê Amerîkayê şermezar dikim. Sibe serokê Rûsyayê jî kane hin gefên wiha bixwe. Ez ji hebûna dewletên mezin li vir gelkî nerehet im.”

Garo Paylan eynî wek Erdogan, Çavuşoglu, Perînçek û Bahçelî peyivîye, tu ferq di nabêna van gotinên Garo Paylan û yên Erdogan û Perînçek û  îslamîst û nasyonalîstên tirk da tuneye. 

Berpirsiyarên hukûmeta AKPê jî wek Garo Paylan li herêmê ji hebûna Amerîkayê aciz in, ew jî dixwazin Amerîka leşkerên xwe ji rojava vekişîne û piştgiriya xwe ji ser kurdan qut bike; ji bo ku Tirkiye tiştê li Efrînî kir, li Serêkaniyê, li Qamîşloyê û li seranserê rojvayê Kurdistanê jî bike.

Garo Paylan wek siyasetmedarekî ermenî baş zane heger Amerîka, hêzên Koalîsyona Navnetewî bihêlin Tirkiye ewê tavilê êrîşî kurdan bike, wan ji welatê wan derxe û çeteyên îslamî têxe malên wan, gund û bajarên wan.

Yanî tiştê Tirkiyê li Efrînê kir, ewê li hemû rojava jî bike û Erdogan her roj vê hedefa xwe dubare dike.

Parlamenterekî kurdan, xêrxwazekî kurdan ji ber wê beyana Trump, wî protesto nake, dibê pîroz bike. 

Çimkî Trump ji Tirkiyê ra gotiye kurdan nekujin, welatê wan dagir nekin.

Wek parlamneterekî xwedêgiravî dostê kurdan Garo Paylan çima ji vê beyana Trump aciz dibe?

Tirk aciz dibin û Trump şermezar dikin ji ber ku dixwazin kurdna bikujin, lê çi bi Garo Paylanê parlamenterê "partiya kurdan" hatiye?

Garo Paylan dibêje bira tirk û kurd bi xwe gelşên nabêna xwe çareser bikin, ne hewceyî Amerîka têkeve nabêna wan.

Garo Paylan ji her kesî bêtir zane ev daxwazeke vala û beradayîye. Xwezî  tirkan mafê kurdan bi rehetî bida. Kurd her roj vê daxwazê dubare dikin. Her roj dibêjin aştî, her roj ji Tirkiyê ra dibêjin mafê me bi rehetî, bêyî şer bidin.

Lê tirk nadin, tirk li bendene Amerîka here û tiştê li Efrînê kirin, li hemû rojavayê Kurdistanê bikin. 

Hedefa Tirkiyê dagirkirina hemû rojava ye.

Garo Paylan viya baş naze, zane roja Amerîka ji rojava vekişe Tirkiye ewê êrîşî kurdan bike.

Garo Paylan ne merivekî nezan û cahil e, ew baş zana dewleta tirk ji bo kurdan çi difikire û dixwaze li Sûriyê çi bike.

Garo Paylan baş zane hukûmeta AKPê tu mafî  bi rehetî nade kurdan. Tu dev ji dana maf berde, ew li dû qirkirina kura ye, berpirsiayrên Tiktiyê her  roj dibêjin ewê nehêlin korîdora terorê ava bibe, ewê hemû terorîstan paqij bikin. Ewê nehêlin kurd bibin xwedî desthilat, ewê nehêlin dewleteke kurd ava bibe” filan û bîvan…

Garo Paylan van hedef û planên Tirkiyê hemûyan baş zane, lê dîssa jî dixwaze Amerîka kurdan neparêze û Tirkiyê serbest bihêle.

Bi kurtî protestoya Garo Paylan ya Trump ne karê dost û parlamenterekî kurda ye, kurdan rayên xwe dan Garo Paylan ji bo ku wan biparêze, ne ku kes û dewletên kurdan diparêzin şermezar bike.

Ev şêla Garo Paylan jî nîşan dide dibê em tirkan, xerîban, kesên Tirkiyeparêz û Kurdistanê naxwazin nekin nûnerên xwe, rayên xwe nedin kesên wiha. Kurd dibê rayên xwe bidin xwe, bidin kes û partiyên kurd û Kurdistanî, bidin kesên ku azadiya kurdan û serxwebûnê dixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE