26 januari 2019

Ev zulm êdî nayê kişandin


Tirkiye zulmeke nayê kişandin li me dike, me pir diêşîne. Li bakur, li başûr, li rojava jê ra ferq nake, li her derê leşkerên tirk pê li serê me dikin, me terorîze dikin, gund û bajarên me bombebaran dikin û bi kêfa dilê xwe me dikujin.

Ev zulma tirkan êdî nayê kişandin. 

Bi rastî jî hewqas zulm û çavsorî nayê kişandin...

Tirkan em kurd ji xwe ra kirine nêçîr, wek tajiyan wer li ser pişta me ne, nahêlin li tu dera cîhanê kurd bîna xwe bigrin.


Ev ji nazîzmê jî xerabtir e, hedefa wan koka me biqelînin. dibê gerek li vê dinyayê miletekî bi navê kurd nemîne, yên hene tim bindest û kole bin, li tu derê tu carî azad nebin.

XXX
Hin bav ji ewladên xwe ra welatperweriyê û şerefê serwet û mîrat dihêlin, hin jî navekî xerab, xiyanetê û bêşerefiyê…

XXX
Nivîsandin karekî xweş e, ji mecbûrî meriv difikire. Nivîs fikirandinê, fikirandin jî nivîsê dixuliqîne.
Yê hûr û kûr nefikire, baş nepîve nikane xweş binivîse.

XXX
Di nava kurdan da şiîr kêm tê xwendin, lê şairên me pir in. Bira pir bin, zirar tê tuneye.
Lê xwezî bi zêdebûna şair û nivîskaran ra xwendevan jî pir bibûna.
Û xwezî her nivîskarî, her şairî kurdî jî baş bizanîbûya, zimanê xwe jî baş fêr bibûya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE