11 januari 2019

Êrîşa Tirkiyê ser kurdan û rojava pir nêz e


Li gorî medyaya kurd û ya swêdî radigihîne Amerîkayê dest bi paşdavekişîna leşkerên xwe ji Sûriyê-rojavayê Kurdistanê kirye.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Sean Ryanê emerîkî îro ji Fransa Pressê(AFPê) ra gotiye proseya vekişîna hêzên wan ji Sûriyê dest pê kiriye.


Piştî belavbûna vê beyana Sean Ryan ya li ser hêzên emerîkî ji Sûriyê vedikişin, Pentagonê jî beyanek da û got ”wan tu hêz ji Sûriyê venikişandine, wan tenê di nava Sûriyê da cihê hin hêzên xwe guheztine.”

Meriv nizane kîjan beyan rast e, kîjan vir e, lê ez bawer nakim xeber ji binde vir be. Amerîka bi Tirkiyê ra di nava bazarekê da ye.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî  îro çûye ser sînor û gotiye ji bo êrîşeke ser Minbicê û Rojhilatê Ferêt wan hemû amadekariyên xwe temam kirine.

Ev xeber hemû nîşan didin ku Tirkiye îşev, sibe ya jî di demeke pir nêz da ewê êrîşî ser kurdan bike. Hulusî Akar jî ev yek dubare kir. Ji xwe Erdogan her roj dibêje.

Heger xeberên vekişandin ya jî ”cîguheztina” leşkerên emerîkî rast be, ev jî têmaneya Amerîkayê destûra êrîşê daye Tirkiyê û ji bo wê jî ciyê leşkerên xwe ”diguheze”. Yanî leşkerên xwe ji derên Tirkiye ewê êrîş bike derdixe, ji bo êrîşî bergiyê ji Tirkiyê ra vedike.

Heger hat û Tirkiyê êrîş kir helbet kurd ewê xwe biparêzin, wekî din tu rê tuneye. Heta tirk neşikên tu carî dev ji kurdan bernadin.

Hêvî dikim ev texmîna min şaş be û Amerîka vê bêbextiyê bi kurdan ra neke. Lê gava bike jî ezê matmayî nemînim. 

Di bin destê Tirkiyê da bi dehhezaran çeteyên îslamî hene. Tirkiye dixwaze heta dawiyê ji van çeyan feydeyê bibîne.


Lema jî dixwaze wan bajo cephê.

Çimkî yên werin kuştin bi piranî ewê ne leşkerên tirk bin, ewê çeteyên îslamî bin.  Qet ne xema Tirkiyê ye ji van çeteyên Daîşê û îslamî çend sed heb werin kuştin.

Tiriyê heta nuha bi hezaran çeteyên îslamî belaş perwerde û xwedî nekirine, dibê wan bi kar bîne. 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE