08 januari 2019

Erdogan: John Bolton ne muxatabê min e...



Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, hevdîtina bi John Bolton ra qebûl nekir û heyeta Amerêkî korpoşman vegeriya welatê xwe. Hema tu bigrî tirkan ew qewitandin.

Heger Trump ne quruşo û sûtal be ewê vê tirrê ji Erdogan ra nahêle, dibê bedelekî giran bide.


Berî Bolton here Tirkiyê li Îsraîl li şertên paşdavekişîna Amerîkayê ji Sûriyê got:

”Paşdavekişîna Amerîkayê girêdayî Tirkiye ewlekariya kurdan bigre bin garantiyê. Tirkiye heta soza ewê êrîşî şervanên kurd neke nede me em ji Sûriyê venakişin.”

Vê beyana Bolton tirk gelkî aciz kirin û rexneyên giran li Bolton girtin.Bi taybetî jî Erdogan xwe gelkî aciz kir.

Erdogan li ser qebûlnekirina Bolton got:

”Ne mimkûn e em vê mesaja John Bolton qebûl bikin û daqultînin. John Bolton çewtiyeke mezin kiriye. Kî wiha bifikirin ew jî di nava şaşiyê da ne. Bolton ne muxatabê min e, muxatabê Bolton Îbrahîm Kalin beg e. Heger hewce bûya minê Bolton bidîta, lê belê hewce nekir….”

Bi rastî jî gotinên Bolton nayên daqultandin. Ew gotinên wî wek gongilên çavbeloq in, deve jî, fîl jî nikanin daqultînin. Îcar birêz Erdogan ewê çawa dalqultîne…

Lê ka em binêrin piştî vê zirta tirkan Trump ewê çi bibêje û çi bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE