28 januari 2019

Do me li mala hevalekî zarşîrîn şeveke xweş buhurand



Gelek spas ji bo wê mazûbaniya ji dil ya Perwîn xanimê û Qutbedîn Aliş...

Do êvarî em çend heval mîvanên Perwîn xanimê û Qudbedîn aliş bûn. Perwîn xanimê ji me ra parxan/parsu, bi gotina liciyan ”kalek” dagirtibû. 



Ev cara pêşî bû me li Swêd barsuyê dagirtî dixwar. Pir xweş bû, parxan/parsu ancax hewqasî xweş û bi lezet tê çêkirin. Belkî para hostetiya Qutbedîn jî tê da hebû. Ew jî pir hindik ji heq van tiştan tê der. Lê ez bawer dikim marîfet û hostaiya esasî ya Perwîn xanimê bû. 


Bi her hawî şeveke xweş bû, sohbeteke germ û bêteqûreq bû. Em neketin analîz û minaqaşeyên dûr û kûr. Me ji xwe ra qala rojên borî û serpêhatiyên xweş kirin.


Li Swêd carnan bi vî hawî em çend heval tên ba hev û çend saetan bîna xwe bi hev fireh dikin, sebra xwe tînin. Ya na xerîbî nayê kişandin. Bi taybetî jî piştî meriv kal û pîr dibe sohbetên wiha dibe wek dermanê dil.

Ez dibêjim kal û pîr, helbet cimata me hemû wek me ne kal û pîr bûn, mazûban û mîvanên din xort bûn, ez qala xwe û xanimê dikim.


Gelek spas ji bo wê mazûbaniya ji dil û wan xwarinên xweş.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE