11 januari 2019

Dimsa sexte û ne sexte çawa ji hev tê gerandin?



Ez nuha ji Adnan Firat Bayar tiştekî nuh, ceribandineke pir rehet fêr bûm. Meriv dimsa(mota)sexte û heqîqî, ne sexte çawa kane ji hev bigerîne?

Li gorî tarîfa Adnan Firat Bayar, meriv hinek dims têxe qedehê û dû ra avê bera ser bide...

Heger pap, tort bi bin qedehê keve, ew dims sexte ye û heger pap, tortek reş bi binê qedehê nekeve, dims bêyê ku meriv li hev xe bibe şerbeteke zelal, ew dims ne sexte ye,  paqij e.


Xanima min ji Wêranşarê lîtirek dimsa malê anî bû, jê ra gotine ev dimsa malê ye, gilîkoz û tu derman, merman tevê tuneye.


Min jî xwest ez bi metoda Adnan Firat Bayar bizanibim dimsa min saxte ye ya na?

Axir min jî wek kîmyagerê ceribandineke nuh dike, li gorî tarîfa Adnan Firat Bayar gotibû, hinek dimsa xwe kir qedehekê û dû ra hinek av bera ser da, kir şerbet. Bêyî ku ez bi kevçî li hev xim, dimsa min bû şerbetek zelal û pir xweş.

Dawiya fêrbûnê tuneye, meriv ji dergûşî heta gorrê tim tiştên nuh fêr dibe, îro jî jihevgerandina dimsa sexte û ne sexte fêr bûm. ew jî ne xerab e, meriv çi bizanibe kar e. Min xwest ez vê zanîna xwe ji xwe tenê ra nehêlim, pêşkêşî dost, heval û xwendevanên xwe jî bikim, bira ew jî fêr bibin. Bira ew jî carê ji min feydeyekê bibînin.

Ez zanim kurd ji dimsê hez dikin, qenekê bi vî hawî bira dimsa sexte û ne sexte ji hev bigerînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE