05 januari 2019

Deve xiya nebe bar lê nabe


Tiştê meriv dibîne Trump mecbûr ma biryara xwe ya paşdavekişîna ji Sûriyê hinekî biguhere, çerx bike. 

Trump berê ji nişka ve got ewê di nava mehekê û herî dereng jî di nava 3 mehan da leşkerên xwe ji Sûriyê û rojavayê Kurdistanê vekişînin. 


Vê beyana Trump tahma devê tirkan xweş kir û kurd jî pê xeyalşikestî bûn. Wek gelek kurdî, min jî ev biryara Trump rexne kir.

Lê li Amerîkayê, di medyaya Amerîka da û di nava partiya Demokrat û Komarî da reaksiyonên li hemberî vê biryara Trump pir zêde bûn. Ne muxalifên Trump tenê, di nava partiya wî bi xwe da jî gelek kes û senatorên xwedî giranî li dijî vê biryara Trump derketin û gotin ev “îxaneta bi kurdan ra ye”, dibê Amerîka li Sûriyê mitefikên xwe û kurdan bi tenê nehêle. 

Di dawiyê da Trump mecbûr ma wê biryara we hinekî revize bike, gavê paş da bavêje, bibêje derketina wan ya ji Sûriyê ewê wextê bigre û dema ji Sûriyê derkevin jî ewê kurdan bi tenê nehêlin, ewê kurdan biparêzin.

Bêguman ji bo me kurdan ev pêşketineke pir baş e. Him li Amerîkayê û him jî li cîhanê li hemberî gerîlayên kurd, PYDê û YPGê sempatiyeke pir mezin û xurt heye û ev yek jî dibe sebebê dewlet û siyasetmedar hesabê vê piştgiriya civakî û siyasî bikin û dev ji piştgiriya kurdên rojava bernedin.

Li Amerîkayê tu carî li hemberî kurdan û şervanên kurd sempatîyeke hewqasî pozîtîf û xurt çê nebûye. Ev sempatî li Ewrûpayê jî xurt e, ne xerab e.

Lê dibê PYD, YPG, kurdên rojava û başûr jî baş qîmeta vê piştgiriyê bizanibin û bi hin gavên şaş vê piştgiriya navnetewî û ya Amerîkayê xera û zeîf nekin. 

Ji bo ku Trump û îdareya wî dev ji piştgiriya kurdên rojava û başûr bernedin, dibê ew jî gavên şaş navêjin û bi Amerîkayê ra tim di nava ahangiyê da bin û vê îmaja kurdan ya pozîtîf ya li dinyayê çê bûye xera nakin. 

Dema ev îmaja pozîtîf xera bibe, dema hin kurd li başûr di bin ra petrolê bifroşin Îranê, li rojava û başûr hêzên kurd li hev nekin, dijminatiya hev bikin, bê haya Amerîka bi Sûriyê ra têkevin nava hin têkiliyan, xelkê ji me sar bibe û ewê alîkariya me neke. 

Yanî meriv nilkane li hewa bar li deve ke, ji bo meriv bikanibe bar li deve ke, dibê meriv deve xiya bike. Deve xiya nebe, bar lê nabe. 

Yê me jî  wisa ye, ji bo ku em kanibin piştgriya Amerîkayê bigrin, dibê em Trump mecbûr bikin. Li alî din dibê em kurd li hev bin, dijminatiya hev nekin û baweriyê bidin mitefikên xwe. Ev yek ewê Trump mecbûr bike ji Sûriyê zû venekişin û me bi tenê nehêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE