27 januari 2019

Derewên tirkan û çîroka Hz. Îbrahîm


Tiştên siyasetmedarên tirk û medyaya tirk li ser kurdan, li ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin dibêjin hemû derew in, bêbextî ne. Bi zanetî bûyeran belovacî nîşan didin.

Mele li mizgeftê li ser qurbanê waez dida:

-Zarokê Hz. Dawûd tunebû, kordunde bû. Rojekê destê xwe li ber Xwedê vegirt, dua kir, got, ”ya rebî keçikekê bide min, ezê wê ji te ra bikim qurban.


Xwedê dua wî qebûl kir û keçikek ji xanima wî ra bû. Navê wê kirin Eyşe. 

Wext û zeman derbas bû, roja ewê keçikê bike qurban hat. Hz. Dawûd keçik li erdê dirêj kir, tam gava dikira kêr bida hustuyê wê û şerjê bikira, Ruhustîn(Ezreaîl) bizinek di bin çeng da ji asîmanan daket jêr û ji H. Dawud ra got:

”Keçikê berde, a ji te ra vê bizinê şerjê bike, bike qurban.

Ji nava cimatê yekî hew xwe ragirt, got:

-Mele, tiştê te gotin ji serî heta dawî, hemû şaş in, lê ez nizanim kîjanê rast bikim. Carê ew ne Hz. Dawud e, Hz. Îbrahîm e. Ne keç e lawik e. Nav ne Eyşe ye Îsmaîl e. Ne Ezraîl e(Ruhustîn), Cebraîl e. Û peza anî jî ne ne bizin e, beran e.

Tirk, siyasetmedarên tirk, medyaya tir li ser me, li ser tiştên dewlet dike û bûyerên diqewimin hewqas derewan dikin, hewqas derewan dikin, meriv nizane kîjan derewa wan rast bike, kîjanê rast neke. Bi van virên xwe dixwazin bûyeran belovacî nîşan bidin, zanîn û şiûra me ya tarîxê pûç bikin.

Lê derew jî êdî pere nakin, me hev û du baş nas kiriye, em baş zanin ew dijminê serê me ne û gava mesele dibe kurd û Kurdistan derew û bêbextiya li me nekin tuneye.

Medyaya tirk li ser bûyerên Şêladizê gelek tiştên ne rast, falsîfîkasyon û vir belav dikin.

Sebebê teqîna bûyerê leşkerên tirk in, gel êrîş û qetlîamên artêşa tirk bi rengekî demokratîk protesto kir lê leşkerên tirk gel gulebaran kir, xelk kuûtin û birîdar kirin. Li ser vê, gel jî bersîveke baş da hêzên dagirker.

Hebûna hêzin tirk li başûr dagirkerîye û mafê gel e li hemberî vê dagirkeriyê rabe.

Dibê hukûmeta Kurdistanê vê serîhildana gel wek fersendekê bibîne û ji hukûmeta merkezî û Neteweyên Yekbûyî alîkariyê bixwaze ji bo ku Tirkiye leşkerên xwe ji başûr vekişîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE